Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 27 JUL 2026 18:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

ENKS: Îro rojeke dîrokî ye ji bo hemû gelê Sûriyê
| KDP.info


Qamişlo-KDP.info- Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) radigihîne, “Îro bi ketina Beşar Esed, destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûriyê ye.”

Ragihandina ENKSê îro 8ê Berçileya 2024an di daxuyaniyekê de got: “Îro yekşemê 8ê Berçile, bi ketina Beşar Esed destpêka dîrokeke nû ji bo hemû gelê Sûriyê ye. Bi nûçeya ketina desthilata rêjîma Esed şahî li hemû navçe û herêmên Parêzgehên Sûriyê hatin li darxistin.”

ENKSê got jî, “Peykerê Hafiz Esed li Qamişlo û Hesekê û hemû navçeyên Sûriyê hatin xwarê.”

Ev peyama ENKSê di demekê de ye, îro grûpên çekdarên opozîsyonê ketin Şamê û dawî li desthilata rêjîma Beşar Esed anîn.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Ez gelek gelek piştrast im ku paşerojeka ronîtir û geştir li bendî gelê me ye.

MONDAY, 27 JULY 2026 17:07:51

Hewlêr-KDP.info : îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de bi hûrî bal kişand ser rewşa siyasî û aborî ya deverê.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Koreya Başûr li Hewlêrê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 22:07:14

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Un Gyu Shim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir.

 
Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Sûriyê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 18:07:45

Hewlêr-KDP.info : Roja Yekşemê 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande birêz Ehmed Şer, Serokê Sûriyê, ku ji bo bûyera hatinçûnê ya diltezîn a doh ya Sûriyê ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact