Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 1 JUN 2025 06:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Rûbirûbûna madeyên hişbir erkekî netewî û exlaqî yê me hemûyan e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Mijdarê kevirê bingehîn ê Navenda Hişyarkirin û Çareserkirina Bikarhênerên Madeyên Hişbir danî ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Rêxistina LDS ve li Hewlêrê tê avakirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma danîna kevirê bingehîn de gotarek pêşkêş kir û got: “Îro em kevirê bingehîn ê projeyek pir girîng, Navenda Hişyarkirin û Rehabîlîtasyonê ya Kesên Tiryakêş datînin. Ji bo avakirina vê navendê girîng pîrozbahiyê li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û LDS dikim û hêvîdar im di dema diyarkirî de bi dawî bibe û bikeve xizmeta dermankirina nexweş û kesên bi madeyên hişber.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Rûbirûbûna madeyên hişber ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê mijareke gelek girîng e, ji ber vê ew kar bi awayekî berfireh kar ji bo çareser kirina vê pirsgirêka ku metirsiyeke cidî ye li ser civaka me û di hemû warên jiyana me de dibe sedema zerereke berfireh a tenduristî, civakî, aborî û ewlekarî, dike.”

Herwiha got jî: “Madeyên Hişbir sedema sereke ya lawazkirina ciwan û sermaya me ya mirovî ye, ji ber vê yekê em her tiştî dikin ji bo pêşîgirtina li belavbûna vê metirsiya mezin. Her ji bo vê yekê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê komîteyeke bilind ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir pêk aniye, ku hejmarek wezaret û dezgehên pêwendîdar tê de beşdar bûne. Her wiha ji bo pêşxistin, rehabîlîtasyon û dermankirina alûdebûyên madeyên hişbir jî sindoqek hatiye avakirin.”

Serokwezîr Mesrûr da zanîn: “Avakirina vê navendê beşek ji hewlên me yên ji bo alîkarîkirina nexweş û alûdebûyên madeyên hişbir e, ji bo çareserî û alîkariyan wan e ji bo dubare vegerin jiyana normal. Herwiha ev navend hewldanek e ji bo hişyarkirina derbarê metirsî, encam û karesatên bikaranîna madeyên hişbir e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Rûbirûbûna madeyên hişbir erkekî netewî û exlaqî ya me hemûyan e, pêwîst e em hemû, ji malbatan bigire heta saziyên perwerdeyê, akademî, rewşenbîr, mamosteyên olî û medyayê, hevkariyê bikin û piştgiriyê bidin xebatên hikûmetê. Bi kampanyayên hevbeş di astên curbicur de, kar ji bo hişyarkirina civakê, bi taybetî ciwanên me, û ji metirsî û karesatên vê pirsgirêkê bikin.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind kir ku tedbîrên tundtir bigrin ji bo şopandina belavbûn û bikaranîna nexwestî ya van materyalan li cihên ku divê cihên xwendinê, dibistan û zanîngehan bibin.

Tekezî li ser wê yekê jî kir: “Divê em bi tundtirîn awayê rûbirûyê mafya û bazirganên madeyên hişber bibin û wan bi tundî ceza bikin. Lê divê cudahî di bazirganên tawanbar û ew ku mixabin ji ber her sedemekê dibin qyrbanî alûdeyê madeyên hişbir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji dezgehên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê kir ku rûbirûyî vê diyardeya tirsnak bibin ku mixabin ev diyarde zêde dibe û her roj em dibînin ku kampanyayên girtina hejmarek bazirganan di medyayê de têne weşandin. Rast e girtina van kesan cihê destxweşiyê ye, lê em gelekî nîgeran in ku ev diyarde heta radeyekê belav bûye ku bûye nûçeyeke rojane.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Fexrî Kerîm kir

SATURDAY, 31 MAY 2025 20:05:00

Hewlêr-KDP.info: Bi helkefta xelat kirina birêz Fexrî Kerîm ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî ve li Dubeyî, Serok Mesûd Barzanî li nameyek da pîrozbahiyê li kesayetî û rewşenbîrê navdarê Iraqî û Serokê Dezgeha El Meda birêz Fexrî Kerîm kir ku ev e jî naveroka wê ye:

Mesrûr Barzanî pêşwaziya senatora Amerîkî Jackie Rosen kir

SATURDAY, 31 MAY 2025 20:05:00

Hewlêr-KDP.info: Îro 31.05.2025, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , pêşwaziya Senatora Amerîkayê Jackie Rosen kir.

Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê

THURSDAY, 29 MAY 2025 10:05:11

Hewlêr-KDP.info: îro Çarşemî 28.5.2025 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

WEDNESDAY, 28 MAY 2025 18:05:40

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 28 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade kir.

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan wekî niştimana hemû pêkhateyan dimîne

MONDAY, 26 MAY 2025 23:05:22

Hewlêr-KDP.info: îro duşem 26/05/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê beşdariya konferansa salane ya Zanîngeha Katolîkî ya li Hewlêrê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact