Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 MAY 2025 09:21 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

HUDA-PAR: PDK roj bi roj ber bi pêş ve diçe û hebûna Serok Barzanî wek lêvegerek hêzeke mezin e ji bo hemû aliyan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî li baregeha Polîtbîroya PDKê ya li Pîrmamê pêşwazî li şandeke HUDA-PARê bi serokatiya Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu kir.
îro Sêşema 3.9.2024 li baregeha Polîtbîroya PDKê, Fazil Mîranî pêşwazî li şandeke Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) bi serokatiya Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu kir.

Di civînekê de ku, endamê Desteya Kargêrî Sîdad Barzanî û Dr. Kemal Kerkûkî û Newzad Hadî Endamên Polîtbîroya PDKê û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Ciwan Yûnis Rojbayanî amade bûn. Fazil Mîranî Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtbîroya PDKê bi germî bixêrhatina şanda mêhvan kir û bi minasebeta lidarxistina heftemîn kongreya HUDA-PARê û serkeftina kongreyê pîrozbayî li wan kir.
Mîranî herwiha bi kurtî rewşa navçeyê û bertekan bi hestiyar bi nav kir û diyar kir ku navçe di nava aloziyeke xirab de ye û bandor li ser hemû navçeyê kiriye.

Di heman demê de Fazil Mîranî tekez kir, ku hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade dikin, bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo lidarxistina van hilbijartinan amade ye û em hêvîdar in ku hilbijartinên paqij bên lidarxistin û hikûmeteke ku xizmeta gelê Kurdistanê bike, pêk were.
Mîranî balkişand li ser wê yekê ku peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û HUDA-PARê de peywendiyên herî baş û serkeftî ne û ew peywendiyên han di xizmeta herdu aliyan de ne û erkê herdu aliyan e ku pêş dixin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu spasiya Polîtbîroya PDKê kir ku ji bo vê hevdîtinê û behsa xebatên HUDA-PARê bi kurtî kir. Herwiha tekez kir, ku HUDA-PAR niha 4 parlamenterên meclisa Tirkiyê hene û HUDA-PAR di têkoşîna xwe ya sivîl ji bo xizmetkirina gelên Tirkiyê berdewam dibe.
Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û kêfxweşiya xwe anî ziman ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) roj bi roj ber bi pêş ve diçe û hebûna Serok Barzanî wek lêveger hêzeke mezin e ji bo hemû aliyan. Herwiha hêvî kir ku Kurdistan her geş bibe.




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:07

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."

Mesrûr Barzani pîrozbahî li Papayê nû yê Vatîkanê kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:53

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Mesrûr Barzanî ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Robert Francis Prevost dike, ku wekî Papayê Vatîkanê hatiye hilbijartin.

 
Nêçîrvan Barzanî vexwendnameyek ji Serokwezîrê Qeterê wergirt

WEDNESDAY, 07 MAY 2025 19:05:54

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvro ya îro çarşema 07.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman kir

TUESDAY, 06 MAY 2025 21:05:42

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 6ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Elî Qeredaxî Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şanda pê re kir.

Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawîn a Sirri Süreyya Önder

SATURDAY, 03 MAY 2025 23:05:43

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî hevxemiya xwe ji bo wefata Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyandin û got, “Bi helwesta xwe ya ji bo aştî û mirovahiyê bû mînak.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact