Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 28 JUL 2026 21:00 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Piştîwan Sadiq: Hikûmeta Kurdistanê hemû hewlên xwe dide ji bo xizmetkirina Êzîdiyan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, ji ber ku peymana Şingalê heya niha nehatiye cîbicîkirin rewşa Şingalê pir giran bûye û pêwîst e civaka navdewletî û Hikûmeta Iraqê di wê mijarê de hevkar bin, da ku Êzîdî vegerin cih û warên xwe.

Îro 25.06.2024ê Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di konferansa Laleşê ya Aştî û Pêkvejiyanê de ragehand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tişta ji dest hatiye ji bo xizmeta xwîşk û birayên Êzîdî kiriye.

Herwaha got, pêwîst e welatên derve û Hikûmeta Iraqê jî hevkar bin ji bo peymana Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de hatiye pêkanîn, wekî xwe bê cîhbicîh kirin da ku Êzîdî vegerin cih û warên xwe.

Piştîwan Sadiq got, ji ber ku peymana Şingalê heya niha nehatiye cîbicîkirin rewşa Şingalê pir giran bûye û vê yekê gef li ser aramiya navdewletî çêkiriye û divê Encûmena Asayişê ya Navdewletî rêyekê bibîne, da ku Êzîdî êdî rastî êş û nexweşiyan nebin.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Ez gelek gelek piştrast im ku paşerojeka ronîtir û geştir li bendî gelê me ye.

MONDAY, 27 JULY 2026 17:07:51

Hewlêr-KDP.info : îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de bi hûrî bal kişand ser rewşa siyasî û aborî ya deverê.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Koreya Başûr li Hewlêrê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 22:07:14

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Un Gyu Shim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir.

 
Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Sûriyê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 18:07:45

Hewlêr-KDP.info : Roja Yekşemê 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande birêz Ehmed Şer, Serokê Sûriyê, ku ji bo bûyera hatinçûnê ya diltezîn a doh ya Sûriyê ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact