Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 1 JUN 2025 05:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

PDK çawa hizir dike?
| KDP.info


Xwendinek bo daxuyaniya Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)

Salar Osman

Beşa Yekemîn

Di daxuyaniya dawî ya civîna berfireh a Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, mijarek heye - mijara pêncemîn - ji bo ragihandinê hatibû veqetandin, di vê mijarê de komek babet û pirs û mijarên giring û xalên geş hatine behskirin, ku rewangeha zelal a medyaya PDK nîşan dide, ku hemû dikarin, di serî de jî rojnamevanên PDKê, wan xal û mijaran bikin beşek ji rêbaz û nexşerêya karkirin û têgiheştinê.
Rewangehên sereke ev in:
1. Agahdariya welatiyan ji bûyeran.
2- Erkên niştimanî û netewî yên ragihandinê.
3- Hevpejirandin.
4- Mirovdostî.
5- Bihevrejiyan.
6. Pêşwaziya medyayê û kêşeyên derûnî yên wergir, wek mînak (kuştina xemgîniyê).
7. Meşandin ligel pêşkeftinên bilez
8. Xwemezinkirin û guhnedana bi mijarên biçûk.
9. Medya û dîrok û erkên çandî yên di navbera wan de
10. Zelalkirina meznahiya rêbaza Barzanî û PDK û karên çandî û medyayî yên vê serdemê.

Ev deh xal, 10 xalên giringên biwate û tije şax in, ji bo hemû kesên ku dixwazin bizanibin PDK çawa hizir dike, armancên wê çi ne û dixwaze bigihêje kuderê.

Ka em bi xala yekem destpê bikin:

1.Agahdariya welatiyan ji bûyeran:

PDK di wê baweriyê de ye ku bûyer parçeyek ji jiyanê ne, mirov di nava bûyeran de dijîn, di bûyeran de kar dikin û bûyer bandorê li mirovan dikin. Lewra karê sereke yê ragihandinê pêwîst şopandina bûyeran be, pirsa bûyeran, leziya bûyerê, pêwîst e bûyer bi pisporî were veguhestin. Ragihandina PDK bi dirêjahiya dîrokê, bi rastgoya veguhestina bûyeran tê naskirin. Hertim ragihandina PDK rastiyê dixe pêşiya leziyê. Ev yek jî îsbat dike ku PDK rastgo ye. Rastgoye bi dîrok, doz, niha, pêşeroj, welatî û pirsan. PDK naxwaze lezê bike û ziyanê bighîne kesî. Nerastgoyî ziyaneke mezin e û wek şewbê ye, ku veyrosê dide civak û kesên derdora xwe û derd û belayê dide wan. Nabe ragihandina PDK dûr be ji çi bûyerekê, û rastgoyî nêzîk be, ku xelk mifayê jê bibînin.

2- Erkên niştimanî û netewî yê ragihandinê:

PDK û medyaya xwe,

PDK û perwerdehiya wê ya siyasî hertim bi hinek derdoran re, çi hundir û çi derve, xwedî pirsgirêk bûye, ku Kurdistan û doza wê erk in bo mirovan, çi rojnamevan be, çi siyasetmedar, çi desthilatdar be, çi opozîsyon, çi cotkar be yan karker be. Divê erkên xwe bibînin, divê welat, netewe û doza xwe ya mezin bibînin. Sedem her çi be jî, nabe çavên xwe li erkên welat û netewe û pêşeroj û doza mezin bigrin. Welat û netewe û doz û erk di ser hertiştî re ne, ji xwe pirsgirêka sereke ya PDK ligel neyar û dijberan jî ew e, ku ew welat û netewe û ax û dozê di ser hertiştî re nabînin. PDK jî dixwaze di karê ragihandina xwe de, ku van erkan bixe nava perwerdeya netewî û niştimanî û bikeve nava pêvajoya avakirina pêşerojê.




Nûçeyên din

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Fexrî Kerîm kir

SATURDAY, 31 MAY 2025 20:05:00

Hewlêr-KDP.info: Bi helkefta xelat kirina birêz Fexrî Kerîm ji aliyê Lûtkeya Medya ya Erebî ve li Dubeyî, Serok Mesûd Barzanî li nameyek da pîrozbahiyê li kesayetî û rewşenbîrê navdarê Iraqî û Serokê Dezgeha El Meda birêz Fexrî Kerîm kir ku ev e jî naveroka wê ye:

Mesrûr Barzanî pêşwaziya senatora Amerîkî Jackie Rosen kir

SATURDAY, 31 MAY 2025 20:05:00

Hewlêr-KDP.info: Îro 31.05.2025, Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê , pêşwaziya Senatora Amerîkayê Jackie Rosen kir.

Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê

THURSDAY, 29 MAY 2025 10:05:11

Hewlêr-KDP.info: îro Çarşemî 28.5.2025 Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Marco Rubio Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve gihayê.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyade kir

WEDNESDAY, 28 MAY 2025 18:05:40

Hewlêr-KDP.info: Roja çarşema 28 ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Siyade kir.

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan wekî niştimana hemû pêkhateyan dimîne

MONDAY, 26 MAY 2025 23:05:22

Hewlêr-KDP.info: îro duşem 26/05/2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê beşdariya konferansa salane ya Zanîngeha Katolîkî ya li Hewlêrê kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact