Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 27 JUL 2026 21:53 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Pêşmergeyên Şoreşa Gulanê: Destkeftên niha ji berhema şoreşên Îlon û Gulanê ne
| KDP.info


Duhok-KDP.info- Îro 48 sal bi ser destpêkirina Şoreşa Gulanê re derbas dibe û pêşmergeyên herdu şoreşên Îlon û Gulanê jî dibêjin ku ev şoreş ji bo gelê Kurd gelekî girîng bû, ku Kurd careke din rabûn û hêvî dîsa li Kurdan vegeriya. Herwiha tekez dikin ku destkeftên niha ji berhema şoreşên Îlon û Gulanê ne.

Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Sedîq Goran ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Şoreşa Gulanê ji bo neteweya Kurd gelekî girîng û tijî destkeft bû. Ew şoreş piştî pilana pilana dijminan destpê kir. Piştî ku em çûn Îranê, Barzaniyê nemir li Mehabadê ji bo destpêkirina şoreşa Gulanê ligel me rûnişt, ew jî bi amadebûna Samî Ebdulrehman, Mulazim Yûnis, Mistefa Nêrweyî û Erîf Yasîn. Wê demê pilan jê re hat danîn û li sînor destpê kir. Wê şoreşê serkeftinên mezin bidestve anîn û hêviyeke mezin da gelê Kurd. Beriya Şoreşa Gulanê bêhiviyeke mezin çêbibû, lê Barzaniyê nemir careke din hêvî li gelê Kurd vegerand. Destkeftên niha ji berhema şoreşên Îlon û Gulanê ne.”

Sedîq Goran herwiha dibêje: “Di Şoreşa Gulanê de em bi fermana Îdrîs Bazranî çûn sînorê Silêmaniyê û ez jî fermandarê hêzekê bûm, em li wir man heta ku şerê di navbera Iraq û Îranê de dest pê kir. Moralê li me pir bilind bû. Em pir bêz bûn. Em negelek bûn lê me serkeftinên mezin bidest tanîn.”

Herwiha Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê Mela Qadir Mihemed ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re ragihand: “Şoreşa Îlonê serhildaneke gelê Kurd bû li dijî dijmin. Barzaniyê nemir bi xwe rêbertiya şoreşê dikir. Hemû kes di şoreşê de beşdar bûn û hemûyan xwe wek xwediyê şoreşê hesab dikir, lê dema Şoreşa Îlonê şekest, xelk difikirîn ku êdî dawiya Kurdan hatiye, lê bi biryara Barzaniyê nemir, Kurdan bi moraleke mezin dest bi Şoreşa Gulanê kirin, ku Şoreşa Gulanê rabûneke pir mezin bû, ku herdu rêber Îdrîs Barzanî û Mesûd Barzanî serperiştiya Şoreşa Gulanê dikirin û di wê şoreşê de serkeftinên mezin bidest hatin. Kurdan wê demê hiştin ku rejîma Iraqê bi mafên me razî bibe.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Mela Qadir wiha got: “Şoreşa Gulanê destkeftên pir mezin ji bo Kurdistanê bidest anî, ku pêkhateya niha ya Herêma Kurdistanê û asayîş, aramî û bextewerî, di destkeftên şoreşa Gulanê ne, lewra cihê şanaziyê ye bo hemû gelê Kurd û divê her kes vê salvegera mezin pîroz bike.”

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Ez gelek gelek piştrast im ku paşerojeka ronîtir û geştir li bendî gelê me ye.

MONDAY, 27 JULY 2026 17:07:51

Hewlêr-KDP.info : îro (Duşem, 27ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevaniyê de bi hûrî bal kişand ser rewşa siyasî û aborî ya deverê.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Konsulê Koreya Başûr li Hewlêrê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 22:07:14

Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşema 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Un Gyu Shim Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir.

 
Serok Barzanî sersaxiyê li Serokê Sûriyê kir

SUNDAY, 26 JULY 2026 18:07:45

Hewlêr-KDP.info : Roja Yekşemê 26ê Tîrmeha 2026an Serok Mesûd Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande birêz Ehmed Şer, Serokê Sûriyê, ku ji bo bûyera hatinçûnê ya diltezîn a doh ya Sûriyê ku tê de hejmareke zêde ya welatiyan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact