Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 26 JUL 2026 08:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Parêzgarê Dihokê: Emê bi şev û roj kar bikin ku bazara Dihokê vegerînin rewşa wê ya asayî
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Dihokê piştî bûyera şewatê serdana bazarê Çelê kir û got: “Em ê bi roj û şev kar bikin bo bazarê vegerînin rewşa wê ya asayî. Da zanîn jî: “Li gorî agahiyên destpêkê, 20 komgeh şewitîne.”

Îro serê sibê demjimêr 03:15ê li navenda bajarê Dihokê agir bi bazara Çelê ket. Piştî çar demjimêran, bi hewldana zêdetirî 30 tîmên Berevaniya Şaristanî ya Duhokê, agir hat kontrolkirin.

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter ligel hejmarek ji rêveberên dezgehên pêwendîdar serdana bazarê kir û di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, komîteyeke taybet ji bo nirxandina ziyanên şewatê hatiye avakirin.

Got jî: “Tiştê ku niha pêwîst e, kontrolkirin û sarkirina bermahiyên agirê ku li hin cihan û li hin dikanan maye.” Herwiha tekez kir: “Em hewl didin ku di demek herî kurt de bazar vegerînin rewşa wê ya asayî. Divê heta sibê ev der bê paqijkirin.”

Elî Teter da zanîn, li gorî zanyariyên destpêkê 20 embar şewitne, lê ev hejmar nehatiye piştrastkirin û komîteyeke taybet ziyanan texmîn dike. Herwiha got, dê elektrîk li gelek deveran were qutkirin da ku şurta elektrîkê li deverên din rû nede.

Parêzgarê Dihokê got: “Em ê bi roj û şev kar bikin ku bazarê vegerînin wê ya rewşa asayî. Em hemû bi hev re dixebitin, wek çawa ku me bi hev re hevkarî bi ziyanpêketiyên lehiya çend rojên borî yên li bajarê xwe re kiriye.”

 




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hikûmet û gelê Sûriyeyê dike

SATURDAY, 25 JULY 2026 23:07:40

Hewlêr-KDP.info: îro 25ê Tîrmeha 2026an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X),peyameke sersaxiyê belav kir û tê de ragihand: "Bi xemgînî û daxeke kûr, me nûçeya rûdana diltezîn a trafîkê li Sûriyeyê bihîst, ku bû sedema canjidestdana hejmarek welatiyan ku piraniya wan karmendên Wezareta Navxwe bûn."

 
Mesrûr Barzanî spasiya Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê dike

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:28

Hewlêr-KDP.info : îro 21ê Tîrmeha 2026an , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta bidawîhatina erkê wîpêşwazî li Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê ya li Hewlêrê Radu Butum kir.

 
Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Çînê rewşa Iraqê û deverê nîqaş kir

TUESDAY, 21 JULY 2026 22:07:12

Hewlêr-KDP.info : îro (Sêşem, 21ê Tîrmeha 2026ê) ،Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Komara Gel a Çînê li Herêma Kurdistanê Liu Jun kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê pesnê rola Konsolosê Giştî yê Fransayê dide

TUESDAY, 21 JULY 2026 20:07:06

Hewlêr-KDP.info : Îro Sêşem 21/7/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erkê wî wek Konsolosê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Yann Braem kir.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Konsulê Giştî yê Brîtanyayê kir

TUESDAY, 21 JULY 2026 11:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Duşem 20/07/2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi boneya bidawîbûna erka wî, pêşwaziyê li birêz Andrew Bizley, Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact