Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 4 DEC 2025 16:49 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêwendiyên du alî gotûbêj kirin
| KDP.info


Muchen-KDP.info- Evariya roja înê 16.02.2024ê li Almanyayê di Konferansa Asayîşê ya Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê da digel birêz Hakan Fîdan Wezîrê Derve yê Tirkiyê derfet û warên xurtkirina têkiliyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra gotûbêj kirin di derbarê pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî da danûstandinên bîr û ramanan kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina asayîş û aramiyê û hevkariya Tirkiyê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna gef û metirsiyên li ser asayîş û aramiya her du welatan kirin. Herwesa behsa hewl û gavên dawî yên di warê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê da kirin.

Têkoşîna li dijî terorê, xebatên hevpar yên welatên navçeyê ji bo parastina aştî û aramiyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevpar hatin gotûbêjkirin.

 




Nûçeyên din

Michael Rigas: Hebûna Herêma Kurdistaneke bihêz, stûna sereke ye ji bo pêwendiyên Amerîkayê ligel Îraqê

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 10:12:16

Hewlêr-KDP.info: Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Michael Rigas roja (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) di merasîma vekirina Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê de got: "Gelek spas ji bo Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî."

 
Mesrûr Barzanî: Em Piştgiriyê Bi Temamî Didin Siyasetên Serok Donald Trump

THURSDAY, 04 DECEMBER 2025 10:12:03

Hewlêr-KDP.info: Mesrûr Barzanî , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) di merasîma vekirina avahiyê  nû yê Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê de  ragihand: "Ez pir serbilind û kêfxweş im ku îro li vê derê me. Ev avahiya nû mîna çiyayekî ye, naheje. Ev nîşana têkiliya xurt a di navbera Amerîkayê û gelê Herêma Kurdistanê de ye.”

Serokê Herêma Kurdistanê: Pêwendiya me ligel Amerîkayê, li ser bingeha bawerî, nirx û karê hevpar e

WEDNESDAY, 03 DECEMBER 2025 19:12:39

Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Çarşemî 3/12/2025 birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, beşdarî merasîma vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê re civiya

WEDNESDAY, 03 DECEMBER 2025 16:12:46


Hewlêr-KDP.info: îro Çarşemê 03.02.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Michael Rigas, Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir ku ji bo vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, serdana Herêma Kurdistanê kiriye.

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yûnanîstanê li Iraqê kir

WEDNESDAY, 03 DECEMBER 2025 14:12:25

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşem, 03.12.2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Georgeios Alemanos, Balyozê Yûnanîstanê li Iraqê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact