Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê pêwendiyên du alî gotûbêj kirin

Muchen-KDP.info- Evariya roja înê 16.02.2024ê li Almanyayê di Konferansa Asayîşê ya Munchenê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, di civînekê da digel birêz Hakan Fîdan Wezîrê Derve yê Tirkiyê derfet û warên xurtkirina têkiliyên Tirkiyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê ra gotûbêj kirin di derbarê pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî da danûstandinên bîr û ramanan kirin.

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina asayîş û aramiyê û hevkariya Tirkiyê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna gef û metirsiyên li ser asayîş û aramiya her du welatan kirin. Herwesa behsa hewl û gavên dawî yên di warê hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê da kirin.

Têkoşîna li dijî terorê, xebatên hevpar yên welatên navçeyê ji bo parastina aştî û aramiyê û çend mijarên din yên xwedî berjewendiyên hevpar hatin gotûbêjkirin.