Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 MAY 2025 12:21 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî bo Boris Johnson: Metirsiya hizr û îdyolojiya DAIŞê berdewam e û bi şerê serbazî bidawî nebû
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 20ê Mijdarê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanya Boris Johnson û şanda pê re kir.

Boris Johnson kêfxweşiya xwe ya ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re nîşan da û rola wî di şerê li dijî terorê de û hebûna wî li eniyên şer bilind nirxand.

Herwiha Johnson balkişand li ser pêwendiyên dostane yên di navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê de û tekezî li ser berdewamiya hevahengî, piştgirî û hevkariyê di navbera her du aliyan de kir, ji bo berdewamiya pêşxistina pêwendiyên dualî.

Serok Barzanî piştî bixêrhatina Boris Johnson, spasiya rola Brîtanyayê ya li şerê dijî terorîstan kir, ji ber ku heta niha jî metirsiya hizr û îdyolojiya DAIŞê berdewam e û bi şerê serbazî bidawî nebû û herwiha amaje bi wê da ku metirsiya terorîstên DAIŞê hîn jî li ser aramiya herêmê metirsî ye.

Pirsa pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijareke din a civînê bû û her du aliyan tekezî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan li gor destûrê û li ser bingehê lihevkirin, hevsengî û hevpariyê kirin.

 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:07

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."

Mesrûr Barzani pîrozbahî li Papayê nû yê Vatîkanê kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:53

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Mesrûr Barzanî ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Robert Francis Prevost dike, ku wekî Papayê Vatîkanê hatiye hilbijartin.

 
Nêçîrvan Barzanî vexwendnameyek ji Serokwezîrê Qeterê wergirt

WEDNESDAY, 07 MAY 2025 19:05:54

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvro ya îro çarşema 07.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman kir

TUESDAY, 06 MAY 2025 21:05:42

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 6ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Elî Qeredaxî Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şanda pê re kir.

Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawîn a Sirri Süreyya Önder

SATURDAY, 03 MAY 2025 23:05:43

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî hevxemiya xwe ji bo wefata Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyandin û got, “Bi helwesta xwe ya ji bo aştî û mirovahiyê bû mînak.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact