Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SUN, 11 MAY 2025 22:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Li Kerkûkê PDK baregeha xwe ya kevin wergirt û da Zanîngeha Kerkûkê
| KDP.info


Kerkûk-KDP.info- Di merasîmekê de PDK baregeha xwe ya kein ya Ofîsa Rêxistinê ya Kerkûk-Germiyan pêşkeşî Zanîngeha Kerkûkê kir. PDK di çend rojên bê de dê li Kerkûkê baregeheke nû li Kerkûkê veke.

Îro Yekşema 5.11.2023, PDK bi fermî baregeha xwe ya Kerkûkê wergirt û piştre ew baregeh pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê kir.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê û Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Şaxewan Ebdulah li wir amade bû û ragihand: “Li ser fermana Serok Barzanî baregeh wek diyarî bo Zanîngeha Kerkûkê hat pêşkêşkirin.”

Şaxewan Ebdulah wiha got: “Di çend rojên bê de dê li Kerkûkê baregehên nû yên PDKê li Kerkûkê bên vekirin û dê PDK wek hêzên di ên siyasî li Kerkûkê kar û çalakiyên xwe yên siyasî berdewam bike.”

Ebdulah wiha domand: “Hebûna PDK li Kerkûkê, bihevrejiyana aştiyane di nabera pêkhate û neteweyên bajêr de bihêztir û kûrtir dike.”

Ji aliyên xwe ve, Serokê Zanîngeha Kerkûkê Dr. Umer Cemal Hesen ragihand: “Em ji dil spasiya Serok Barzanî dikin li ser vê destpêşxeriya baş û zanistî û akadîmî. Ev baregeha ku PDK daye me, emê bikin avahiya kolêja endazyariya perol û samanên xwezayî.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Navenda Laleşê xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan kiriye

SUNDAY, 11 MAY 2025 12:05:47

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 32emîn salvegera damezrandina Binkeya Laleşê peyamek pîrozbahiyê weşand û got: Navenda Laleşê xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan kiriye.

Serok Barzanî: Şer ji hemî tişta xirabtire, lê ji şer xirabtir teslîmbûne

SATURDAY, 10 MAY 2025 17:05:31

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di hevpeyvîneka taybet da ku kenala asmanî Şems di çarçoveya tora medyayî Kurdistan da digel wî encam dabû

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:07

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."

Mesrûr Barzani pîrozbahî li Papayê nû yê Vatîkanê kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:53

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Mesrûr Barzanî ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Robert Francis Prevost dike, ku wekî Papayê Vatîkanê hatiye hilbijartin.

 
Nêçîrvan Barzanî vexwendnameyek ji Serokwezîrê Qeterê wergirt

WEDNESDAY, 07 MAY 2025 19:05:54

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvro ya îro çarşema 07.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact