Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 MAY 2025 12:14 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê civiya û beha rûbirûbûna teror û metirsiyên DAIŞê û proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge kir.

Îro Pêncşemê 21ê Îlona 2023an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraq û Sûriyê û şanda pê re kir.

Di civînê de pêşhateyên herî dawî yên rûbirûbûna teror û metirsiyên DAIŞê li Iraq û Sûriyê, proseya çaksaziyê ya li Wezareta Pêşmerge û pêngavên herî dawî yên yekxistina hêzên Pêşmerge û giriftên li ber wê, hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku him li Iraq û him li Sûriyê, divê hemû alî hevkar bin ji bo rêgirtina li serîhildana DAIŞê ku hîn jî gefeke rasteqîn e li ser asayîş û seqamgîriya navçeyê.

Li ser vê mijarê hevnêrîn bûne ku divê ewên ji destê DAIŞê têne rizgarkirin, an kampan bi cih dihêlin, ji bo vegera wan a nav civakê şiyandin ji wan re were kirin, herwiha ronahî xistin ser çawaniya rêgirtina li tundrewiyê.

Di beşeke din a civînê de herdu aliyan amaje bi wê yekê kirin ku di proseya çaksazî û yekxistina Pêşmerge de tevî hinek pêşketinan, kêşeyên cidî li ber proseyê hene û divê werin çareserkirin, li ser vê mijarê Nêçîrvan Barzanî pabendiya Herêma Kurdistanê bi berdewamiya karkirina ji bo serxistina proseyê û yekxistina Pêşmerge, dûpat kiriye.

Rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din, mijarên din ên civînê bûn ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.


 




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:07

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."

Mesrûr Barzani pîrozbahî li Papayê nû yê Vatîkanê kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:53

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Mesrûr Barzanî ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Robert Francis Prevost dike, ku wekî Papayê Vatîkanê hatiye hilbijartin.

 
Nêçîrvan Barzanî vexwendnameyek ji Serokwezîrê Qeterê wergirt

WEDNESDAY, 07 MAY 2025 19:05:54

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvro ya îro çarşema 07.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman kir

TUESDAY, 06 MAY 2025 21:05:42

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 6ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Elî Qeredaxî Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şanda pê re kir.

Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawîn a Sirri Süreyya Önder

SATURDAY, 03 MAY 2025 23:05:43

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî hevxemiya xwe ji bo wefata Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyandin û got, “Bi helwesta xwe ya ji bo aştî û mirovahiyê bû mînak.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact