Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 MAY 2025 12:36 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 
Mesrûr Barzanî bo Wezareta Darayî: Dema pere ji Bexdayê bigihên, dest bi dabeşkirina mûçeyan bikin
| KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Darayî û Aborî raspart ku ligel gihiştina 700 milyar dînar ji aliyê hikûmeta federal ve, rasterast bêyî paşketin dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Tîrmehê were kirin. Herwiha daxwaz dike ku rêz li serweriya asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.

Îro Çarşema 20ê Îlona 2023an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de kurteya serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêmê bo Bexdayê ya 14ê Îlona 2023an, bi serokatiya Serokwezîr a li ser mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û civînên şandê ligel her sê serokatiyan û hêz û aliyên siyasî yên Iraqî û fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê hat pêşkêşkirin.

Serokwezîr di civînê de Wezareta Darayî û Aborî raspartiye ku ligel gihiştina yekem beşa wî pereyê ku Hikûmeta Iraqê biryar daye bo Herêma Kurdistanê bişîne, ku 700 milyar dînar e, yekser bêyî paşketin dest bi dabeşkirina mûçeyên meha Tîrmehê yên mûçexurên Herêmê were kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi pêzanîneke mezin ve, bal kişandiye ser xweragiriya xelkê Herêma Kurdistanê ku ji ber neşandina mûçe û heqên darayî ji aliyê Hikûmeta Federalî ve, di rewşên dijwar de ne, spasiya fraksiyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê jî kir, ku pêşwaziya germ li şandê kirine û piştevaniya xwe ji bo hewl û pêşniyarên Herêmê nîşan dane.

Di civînê de Encûmena Wezîran êrîşa ser Firokexaneya çandiniyê ya Erbetê ya li parêzgeha Silêmaniyê şermezar kir û sersaxî arasteyî malbat û kesûkarên şehîdan kir û hêviya başbûna zû ji bo birîndaran xwest. Di heman demê de Encûmena Wezîran daxwaz kir ku rêz li serweriya asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.

Di civînê de Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî raportek li ser nexweşiya zikçûna tund (kolera) û pêşniyar û rêkarên çareseriyê û xweparastina saziyên tendirustiyê û wezaretên pêwendîdar pêşkêş kir, piştî gotûbêjan, ji aliyê Encûmena Wezîran ve rasparde û pêşniyarên wezaretê hatin pesendkirin û wezaretên pêwendîdar hatin raspartin ku rêkarên xweparastinê yên pêwîst, li ser vê mijarê bigrin ber xwe.

Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:07

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."

Mesrûr Barzani pîrozbahî li Papayê nû yê Vatîkanê kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:53

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Mesrûr Barzanî ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Robert Francis Prevost dike, ku wekî Papayê Vatîkanê hatiye hilbijartin.

Nêçîrvan Barzanî vexwendnameyek ji Serokwezîrê Qeterê wergirt

WEDNESDAY, 07 MAY 2025 19:05:54

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvro ya îro çarşema 07.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman kir

TUESDAY, 06 MAY 2025 21:05:42

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 6ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Elî Qeredaxî Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şanda pê re kir.

Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawîn a Sirri Süreyya Önder

SATURDAY, 03 MAY 2025 23:05:43

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî hevxemiya xwe ji bo wefata Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyandin û got, “Bi helwesta xwe ya ji bo aştî û mirovahiyê bû mînak.”

© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact