Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro Pêncşema 01.06.2023yêbi boneya 48emîn salvegera damezrandina YNKê peyameke pîrozbahiyê ji YNKê re şand.
Peyama Polîtburoya PDKê wiha ye:
“Birêz/Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê..
Bi boneya 48emîn salvegera damezrandina YNKê, pîrozbahî li we birêzan û endam û alîgiran dikin û hêviya berdewam û pêngavên nûtir û baştir ji bo we dixwazin.
Vê derfetê de em tekeziyê dikin li ser hemahengî û tebayî û dostayetiya ligel hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo rûbirûbûna astengiyên di qonaxa me ya îro de û rijdbûna li ser mafê hemwelatiyên me û parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û destkeftên me û bihêzkirina ruhê yekgirtî û yekhelwêstiya siyasî ji bo berjewendiyên hemwelatiyên Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêk û astengan û encamdana helbijartinên gera şeşem a Parlamentoya Kurdistanê û bihêztirkirina bingehê demokrasiyê.
Dubare em pîrozbahiyê li we dikin û her serkeftî bin…
Polîtburoya PDKê
01.06.2023”