Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî de, bi boneya 48 saliya damezirandina YNKê, pîrozbahiyê li wî, Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyan, Polîtburo, Serkirdayetî û hemû endam û cemawerê YNKê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, her bi vê boneyê, ji bilî amajepêdan bi xebat û dîroka YNKê, xwedêjêrazî Serok Mam Celal û pêgeh û rola wî bi bîr anî û hêvî xwast ku ev salveger bibe handerê tebayî, pêkveyî û yekrêziya aliyên siyasî bi taybetî YNK û PDKê.
Ji aliyê xwe ve Serokê YNKê bi navê xwe û serkirdayetiya YNKê xweşhaliya xwe ji bo pîrozbahî û pêwendiya li gel Serokê Herêma Kurdistanê nîşan da û hêviya serkeftinê jê re xwest.