Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 13 MAY 2025 14:19 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî û şanda Brîtaniya rewşa Kurdistanê û proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî îro 1ê Adara 2023an pêşwazî li şandeke Hikûmeta Berîtaniyayê bi Serokatiya Wezîrê Dewletê yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn, Bakurê Afrîkya, Başûrê Asya û Netewên Yekgirtî Lord Ehmed kir.

Di hevdîtinê de ku Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson Richardson û Konsula Brîtanya li Hewlêrê Rosie Cave amade bûn, Lord Ehmed pêzanînên xwe ji bo tekoşîna Serok Barzanî nîşan da û rol û bandora Serok Barzanî ya di pêkanîna aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de bilind nirxand.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa siyasî ya navçeyê, pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de gotûbêj kirin.

Di beşeke din a civînê de, rewşa Herêma Kurdistanê û nakokiyên siyasî yên di navbera aliyan de hate gotûbêjkirin, Serok Barzanî jî bal kişand li ser wê yekê ku divê îsal hilbijartin bên kirin.

Pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanya de, mijareke din a vê hevdîtinê bû û herdu aliyan tekez li ser pêşxistina wan pêwendiyan kirin.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Em bi hemî rengan piştevaniya serkeftina piroseya aştiyê li Tirkiyeyê dikin

MONDAY, 12 MAY 2025 17:05:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di peyamekê de radigehîne, “Cihê dilxweşiyê ye ku di piroseya çareseriya aştiyane de li Tirkiyeyê, hemî aliyan helwestên baş hebûn.

Peyama Nêçîrvan Barzanî li dor kongre û xwehelweşandina PKKê

MONDAY, 12 MAY 2025 12:05:32

Hewlêr-KDP.info:Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara  çekdanîna PKKyê got, "Em piştgiriyê didin biriyara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê û dê rûpeleke nû li herêmê veke.

Serok Barzanî: Navenda Laleşê xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan kiriye

SUNDAY, 11 MAY 2025 12:05:47

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 32emîn salvegera damezrandina Binkeya Laleşê peyamek pîrozbahiyê weşand û got: Navenda Laleşê xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan kiriye.

Serok Barzanî: Şer ji hemî tişta xirabtire, lê ji şer xirabtir teslîmbûne

SATURDAY, 10 MAY 2025 17:05:31

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di hevpeyvîneka taybet da ku kenala asmanî Şems di çarçoveya tora medyayî Kurdistan da digel wî encam dabû

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:07

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact