Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 13 MAY 2025 07:47 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de xwedî cihekî taybet e
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Mûnchenê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “Beşdarbûna me li Mûnchen an jî Davosê, derfetek e bo Herêma Kurdistanê bikare nêrînê xwe bêyî pir protokolan bigihîne hevkarên xwe li seranserê cîhanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku babeta sereke ya hemû civînên wî li Munchenê, pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bûn, ku civaka navdewletî bi giştî dixwaze alîkariya wan bo çareserkirina pirsgirêkan bike.

Serokê Herêma Kurdistanê got, mijara şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de jî mijareke din a civînan bû. Di vê çarçoveyê de jî mijara enerjiyê, mijarek e û welatên rojavayî girîngiyê didinê.

Nêçîrvan Barzanî got: “Bê guman Iraq û Herêma Kurdistanê di mijara enerjiyê de dikarin alîkar bin, eger xwedî nêrîneke durist û rêkûpêk bin.”

Serokê Herêma Kurdistanê rafihand jî, Herêma Kurdistanê di nav civaka navdewletî de, cihekî wê yê taybet heye.

Derbarê metirsiya çekdarên DAIŞê de jî, Nêçîrvan Barzanî got: “Civaka navdewletî heta niha mijara terorê û metirsiya DAIŞê, wek pirseke cidî dibîne.”

Nêçîrvan Barzanî di konfiransa rojnamevanî de ragihand, DAIŞ hê jî dikare aramiya Iraqê têk bide.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, hemû şandên ku li Mûnchenê bi wan re hevdîtin pêk anîne, ew ji bo yekrêziya Kurdan han dane û got, divê Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand jî, YNK û PDK dê di demek nêzîk de li hev bicivin û pirsgirêk ew qas ne mezin in ku li ser Herêma Kurdistanê bibin metirsî.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: “Eger hemû hêz û aliyên Kurdistanê ne bi hev re bin, em nikarin tiştekî ji bo Herêma Kurdistanê bikin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî: Em bi hemî rengan piştevaniya serkeftina piroseya aştiyê li Tirkiyeyê dikin

MONDAY, 12 MAY 2025 17:05:28

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di peyamekê de radigehîne, “Cihê dilxweşiyê ye ku di piroseya çareseriya aştiyane de li Tirkiyeyê, hemî aliyan helwestên baş hebûn.

Peyama Nêçîrvan Barzanî li dor kongre û xwehelweşandina PKKê

MONDAY, 12 MAY 2025 12:05:32

Hewlêr-KDP.info:Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara  çekdanîna PKKyê got, "Em piştgiriyê didin biriyara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê û dê rûpeleke nû li herêmê veke.

Serok Barzanî: Navenda Laleşê xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan kiriye

SUNDAY, 11 MAY 2025 12:05:47

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 32emîn salvegera damezrandina Binkeya Laleşê peyamek pîrozbahiyê weşand û got: Navenda Laleşê xizmeteke berbiçav pêşkêşî civaka Êzidiyan kiriye.

Serok Barzanî: Şer ji hemî tişta xirabtire, lê ji şer xirabtir teslîmbûne

SATURDAY, 10 MAY 2025 17:05:31

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî di hevpeyvîneka taybet da ku kenala asmanî Şems di çarçoveya tora medyayî Kurdistan da digel wî encam dabû

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:07

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact