Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 MAY 2025 11:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bersiveke kurt ji bo Zubêr Aydar û Malpera Awêne
| KDP.info


Roja 27.12.2022 Malpera “Awêne” raportek belav kiriye li ser gotinên Zuber Aydar Endamê Rêveberiya PKKê yên ji bo televizyona partiya xwe, ku Aydar behsa wî kesî kiriye yê ku roja 4.10.2022 çalakvana PKKê Nagîhan Akarsel li nava bajarê Silêmaniyê kuştiye.

Li gorî wê raportê, qaşo Zubêr gotiye: (Kesê ku Nagîhan Akarsel kuştiye, em nas dikin û em zanin çi gotiye û dixwest piştî kuştina Ngîhan bireve Hewlêrê, lê hat girtin.)

Di destpêkê de û beriya bersivdana kurt û kurmancî bo gotinên Zuber Ayar, cihê ku bala yekî dikşîne helwesta Malpera “Awene” ye, ku wek kesekî ji xwe re hingiv di darekê de dîtibe, li şûna ku herin li ser hurgiliyên bûyera kuştinê lêkolînê bikin, li şûna ku herin li hurgilî û şertûmercên cîbicîkirinê û fermandar û kesên li pişt bûyerê bigerin, hatine bêbextiyan dixin histê Hewlêrê. Hatine gotineke Zuber kirine manşêta raporta xwe, ku neşert e rast be jî. Ma ew gotin bi xwe jî, daxwaz û nêt bû û çênebûye, piştre kî dibêje ku ew gotina wî kesê ku Agîhan kuştiye, rast e? Û ne gotina kesên li pişt wî ne?… Ji wê jî giringtir, eger wî kesî ew gotin jî kiribe, ev yek nîşan û delîl e ji riq û kîneya wan kesên ku jê re li çepkan didin.

Zuber û partiya wî eger xema endama xwe xwaribana û li rastiyan geryabana, gerek berê xwe dabana deselata siyasî û emnî ya cihê ku Nagîhan lê hatiye kuştin, ku li bin deselata wan û li ber çavê wan ev kuştin çêbûye. Cihê pirsyarê ye, PKK çima dest ji cih û dem û hurgiliyên kuştina endama xwe berdaye, dest jê berdaye ku kî li pişt wê kuştinê ye û bikuj çek ji kur aniye, lê hatiye bi wê yekê girtiye ku qaşo bikuj dixwest bireve?!

“Awene” gotinên Zuber belav kiriye ku dibêje: “Bikuj gotiye ew ji bo kuştina Nagîhan Akarsel çûbû Silêmaniyê û (wana) pere û hertiştek dabûn bikuj.” Em jî li vir dipirsin, (ew kesên ku pere dane bikuj) kî ne û çima Zuber newêre yan naxwaze navê wan bêje?!!

Piştre, eger nêta bikuj hebû bireve Hewlêrê, gelo Zuber û PKK dikarin ji me re bêjin bikujên endamên wan yên din kî ne û li kuderê ne?.. Erê bikujê Kanî Yelmaz berpirsê PKKê yê Ewropa û berpirsê Zuberê bi xwe jî kî ye û li kuderê ye?

Partiya Zuber (PKK) xwedî dîrokeke reş e di kuştin û revandin û hewla tunekirina endamên xwe de. Ne dûr e ku ev gotinên wan û derxistina hincetan û anîna navê Hewlêrê, hewleke din be ji bo veşartina laperekê ji dîroka wan a reş.

Beşê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê Partiya Demokrata Kurdistanê

29.12.2022




Nûçeyên din

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Papayê nû kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:07

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Papayê nû kir û got, "Ez li ser navê Herêma Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Papa Leo XIV dikim."

Mesrûr Barzani pîrozbahî li Papayê nû yê Vatîkanê kir

FRIDAY, 09 MAY 2025 00:05:53

Hewlêr-KDP.info: îro Pêncşem, 08.05.2025, Mesrûr Barzanî ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Robert Francis Prevost dike, ku wekî Papayê Vatîkanê hatiye hilbijartin.

 
Nêçîrvan Barzanî vexwendnameyek ji Serokwezîrê Qeterê wergirt

WEDNESDAY, 07 MAY 2025 19:05:54

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvro ya îro çarşema 07.05.2025 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Husên Bin Elî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeterê li Herêma Kurdistanê kir.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman kir

TUESDAY, 06 MAY 2025 21:05:42

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşema 6ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Elî Qeredaxî Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şanda pê re kir.

Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawîn a Sirri Süreyya Önder

SATURDAY, 03 MAY 2025 23:05:43

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrva Barzanî hevxemiya xwe ji bo wefata Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder da xuyandin û got, “Bi helwesta xwe ya ji bo aştî û mirovahiyê bû mînak.”



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact