Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 9 JAN 2026 01:34 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Brîtanya: Em piştgîriya Herêma Kurdistanê dikin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 12.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya David Hunt Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatinê, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, hemû piştgîriyek jî ji bo serxistina kar û erkên wî de nîşan da.

Herdu aliya tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtaya de kirin.

Konsulê Giştî yê Brîtanya got ku plan û bernameyeke tije ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê de heye û li gel tîma xwe kar li ser dike. Her wiha pêgiriya Brîtaya ya bi berdewamiya piştgîrî û aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir û pesnê alîkarî û hemahengiya Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Berevaniya Brîtanya kir.

Karkirina ji bo berfirehkirina warê bazirganî û sermayeguzarî û çalakiyên kerta taybet ya li navbera her du aliyan da, rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, kêşeyên Hewlêr-Bexda, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û metirsiyên serhildana DAIŞê, hilbijartina were ya Iraqê, pêşketinên navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên dinê hevdîtinê bûn.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Bûyerên Helebê û bi hedefkirina Kurdan, desthilata Şamê û wijdana civaka navnetewî dikeve bin pirsyarê

THURSDAY, 08 JANUARY 2026 18:01:25

Hawler-KDP.info: Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek derbarê bûyerên Helebê û hedefkirina Kurdan de belav kir.

Peyamek ji Serok Barzanî

WEDNESDAY, 07 JANUARY 2026 19:01:04

Hawler-KDP.info: Serok Barzanî ragihand: “Ev rewşa metirsîdar û şer û tundûtûjiya ku niha li bajarê Helebê heye, cihê gelek dilgiraniyê ye û metirsî li ser jiyana xelkê sîvîl û welatiyên bêtawan çê kiriye û gefa qirkirina etnîkî li dijî Kurdan li wê deverê heye.

Serok Barzanî pêşwaziyê li şandekî Partiya Tevgera Sadîqûn kir.

MONDAY, 05 JANUARY 2026 21:01:36

Hawler-KDP.info: Roja Duşemê, 05.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li şandekî Partiya Tevgera Sadîqûn (Haraketa Sadîqûn) bi serokatiya Dr. Neîm Ebd Yaser Cîgirê Sekreterê Giştî yê Tevgera Sadîqûn kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziyê li Serokê Saziya Aşûriyan ya Dadweriyê li Amerîkayê kir

MONDAY, 05 JANUARY 2026 21:01:15

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê, 05.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Sam Dermo, Serokê Saziya Aşûriyan ya Dadweriyê li Amerîkayê, kir.

 
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê kir

SATURDAY, 03 JANUARY 2026 19:01:05

Hewlêr-KDP.info: îro Şemî, 03.01.2026, li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Iraqê Fayeq Zêdan kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact