Kurdistan Democratic Party

Renewal  .  Justice  .  Coexistence


 

Brîtanya: Em piştgîriya Herêma Kurdistanê dikin

Hewlêr-KDP.info- Îro Yekşema 12.09.2021 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya David Hunt Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî bixêrhatinê, pîrozbahiya destbikarbûnê lê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, hemû piştgîriyek jî ji bo serxistina kar û erkên wî de nîşan da.

Herdu aliya tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û berfirehkirina warên alîkarî û hevbeşiya di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtaya de kirin.

Konsulê Giştî yê Brîtanya got ku plan û bernameyeke tije ji bo pêşxistina peywendiyên welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê de heye û li gel tîma xwe kar li ser dike. Her wiha pêgiriya Brîtaya ya bi berdewamiya piştgîrî û aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê dûpat kir û pesnê alîkarî û hemahengiya Wezareta Pêşmergeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Berevaniya Brîtanya kir.

Karkirina ji bo berfirehkirina warê bazirganî û sermayeguzarî û çalakiyên kerta taybet ya li navbera her du aliyan da, rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, kêşeyên Hewlêr-Bexda, pêşhatên dawî yên şerê dijî terorê û metirsiyên serhildana DAIŞê, hilbijartina were ya Iraqê, pêşketinên navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên dinê hevdîtinê bûn.