Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 31 MAR 2026 18:26 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Baydemîr: Av û nan çiqasî ji mirovan re girîng bin, lihevkirina Kurdan li Rojava ewqasî girîng e
| KDP.info


London-KDP.info- Di hevpeyvîneke taybet de ligel malpera KDP.info, siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr dibêje, “me gelek qurbaiyên mezin dane, lê niha ya girîng ew e ku Kurd destkeftên xwe biparêzin.” Herwiha dibêje, oksicîn çiqasî ji mirovan re girîng be, lihevkirina Kurdan li Rojava ewqasî girîng e.

Di vê hevpeyvînê de, Osman Baydemîr behsa çend mijaran dike û nerîna xwe dide li ser çend pirsan dide.

KDP.info: Em dixwazin ji wê yekê destpê bikin, niha rewşa siyasî ya Kurdan çawa ye û şirove û nerîna we ji bo vê rewşê çawa ye? Gerek Kurd di vê rewşê de çi bikin?

Osman Baydemîr: Gerek em lihev guhdar bikin. Ez bawer im her dema ku em lihev guhdar bikin û kar bikin, dê %50 ji pirsgirêkên me çareser bibin, ya mayî jî bi danustandinan çareser dibe. Em di wê baweriyê de me ku ti pirsgirêkek mezin di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de tune ye. Tişta ku heye ew e ku lihevguhdar nakin û hevqebûl nakin. Gerek lihev guhdar bikin û danustandinan bikin.

KDP.info: Hûn dizanin li Rojavayê Kurdistanê diyaloga Kurdî – Kurdî heye. Ew diyalog jî li ser bingeha rêkeftina Duhokê ye, ku ew rêkeftin bi serperiştiya Serok Barzanî hatibû kirin. Giringiya lihevkirina Kurdên Rojava di çi de ye?

Baydemîr: Av û nan û oksicîn ji bo mirovan çiqasî girîng bin, ewqasî danustandin û diyalogên Kurdî – Kurdî li Rojavayê Kurdistanê girîng. Nan, çiqasî pîroz be, lihevkirin û danustandin ji bo gelê Kurd pîroz in. Ew rêkeftin mînakeke xuya ye ji bo hemû partiyên Kurdî û tevahiya parçeyên Kurdistanê, lewma ez wek kurdekî spasiya wan dikim û piştevanî û dilxweşiya xwe nîşan didim ji bo wî karî, nexasim jî ji bo keda Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku piştevanê sereke ye ji bo vê ligevkirinê.

KDP.info: Hûn dizanin ku ev diyalog her hebû, lê biser nediket, vê carê ti çawa dibîne?

Baydemîr: Hemû welatên navçeyê naxwazin ew pêvajo biser bikeve û lihevkirineke Kurdî – Kurdî çêbibe. Gerek Kurd ha ji pilan û lîstikên wan dewletan hebin. Ew naxwazin Kurd yek bin. Gerek Kurd ji ser mêza danustandinan ranebin heya ku sitratîjiyeke havbeş û mizgîniyek ji bo aştiya navxwe belav nekin. Divê ev pêvajo bighê armanceke pîroz jo bo tevahiya gelê Kurdistanê.

KDP.info: Serok Barzanî her ji piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê ve hewla wê yekê daye ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê yekgirtî bin û rêkeftinên Duhok û Hewlêrê di bin serperiştiya wî de hatin îmzakirin. Piştre bi serperiştiya Mezlûm Kobanî û bi piştevaniya Amerîka, partiyên Rojava gihîştin wê baweriyê ku rêkeftina Duhokê bikin bingehek ji bo rêkeftina xwe ya nû. Niha Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi hemû şêweyekê piştevaniya wan danustandinan dike, nerîna we çi ye?

Baydemîr: Bi rastî hinek kes û kesayetî li herçar perçeyên Kurdistanê, em dikarin bê wan ti piroseyeke aştiyê biser nakeve. Rola Serokê Herêma Kurdistanê roleke sereke ye û ez bawer im ku bê wî ev pêvajo biser nakeve. Divê ew pêvajo berdewam be û em piştevaniya wê bikin. Ew pêvajo ji bo yekîtiyê ji bo 40 miljon Kurd girîng e û hêviyên gelê Kurd mezintir dikin.

KDP.info- Kurdan li Başûr û Rojava gelek qurbanî dan di şerê li dijî DAIŞê de û bi nûneratiya hemû cîhanê şerê terorê kirin. Kurdan çi bi dest xistin?

Baydemîr: Hemû xebat û fîdakariya Kurdan li herçar perçeyên Kurdistanê ji bo tiştekî ye, ew jî azadiya Kurdistanê ye. Şerê DAIŞê jî ji bo heman mebestê bû. Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de 2 tiştên mezin bidest xistin. Welatê xwe parastin û ya duyem jî ji hemû cîhanê re piştrast kirin ku Kurd dostê pêşketin û demokrasî û wekheviyê ne. Ne dijminê mirovatiyê ne û em li dijî terorê. Bi rastî ev jî serkeftineke mezin bû ji bo hemû Kurdan, ku hemû miletên cîhanê Kurdan baştir nas bikin. Em zanin ku welatên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, lewma divê em Kurd jî li berjewendiyên xwe bigerin. Di serî de divê em yek bin. Divê em wê yekê fêm bikin ku li Rojhilata Navîn tenê hebûna medeniyetê li Kurdan tê û ti miletek li Rojhilata Navîn jibilî Kurdan tune ye ku welatên cîhanê pêwendiyên medenî pê re ava dikin.

KDP.info: Niha li Rojhilata Navîn berdewam guhertin çêdibin, hem li ser asta welatan rêkeftinên aştiyê çêdibin. Li hin aliyên din jî kar tê kirin ku cihê destê xwe fireh bikin. Hûn li ser van pêşhat û guhertinan çi dibêjin û divê pilan û sitratîjiya Kurdan çi be. Kurd çawa mifayê bibînin û çawa xwe hazir bikin?

Baydemîr: Beriya hertiştekî, wek gelê Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê partiyên Kurdistanî xebat û têkoşîneke mezin kirine. Li herçar perçeyên Kurdistanê hinek hêz û aliyên sereke hene divê ew alî berjewendiyên netewî bixin pêşiya berjewendiyên hizbî. Ev gotina me ji bo hemû aliyan e, ji ber ku mana me di mana neteweya me de ye. Gerek em yekîtiya xwe dengê xwe bighînin cîhanî û em sitratîjiyeke hevbeş ava bikin û dê dewletên navçeyê jî vê sitratîjiya me bibînin.

KDP.info: Kurdan gelek qurbaniyên mezin dane heya ku bûne xwedî destkeftên mezin, ji bo parastina van destkeftan pêwîst e em çi bikin?

Baydemîr: Erê me gelek qurbanî dane, lê ji hertiştî giringtir ew e, ka emê çawa van destkeftên xwe biparêzin û wek çavê xwe ha ji wan hebin. Her destkefteke Kurdan li herçar perçeyên Kurdistanê destkefta 40 miljon Kurd e. Divê hemû welat bi aştî kar bi Kurdan re bikin. Ji bo aştiya Rojhilata Navîn divê pirsa Kurdî were çareserkirin. Kurd negef in li ser ti kesî. Berê xwe bidin pêkhateyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, ku çawa pêkhateyên olî û netewî li Kurdistanê li navend û Parlemantoya Kurdistanê xwedî nûner in. Ev yek nîşan dide ku Kurd nûner û balyozê aştiyê ne li Rojhilata Navîn.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê rewşa enerjiyê ya li Kurdistan, Iraq gotûbêj dikin

MONDAY, 30 MARCH 2026 22:03:25

Hewlêr-KDP.info: êvara îro 30ê Adarê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peywendiyeke telefonî ligel Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê de, tekezî li ser pêdiviya berdewamiya hevahengî û piştgiriyê kir, ji bo parastina binesaziya enerjî û aboriya Herêma Kurdistanê, rakirina ambargoya bazirganî û rawestandina êrîşên terorîstî.

 
Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyeke telefonî ji Serkomarê Tirkiyeyê girt

MONDAY, 30 MARCH 2026 22:03:07

Hewlêr-KDP.info: : Êvara îro Duşem 2026/3/30, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji birêz Recep Tayyip Erdoğan, Serkomarê Tirkiyeyê girt.

 
Serokê Herêma Kurdistanê, Nameyek ji Şahê Urdunê Wergirt

SUNDAY, 29 MARCH 2026 19:03:51

Hewlêr-KDP.info: Îro Yekşem, 29.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, nameyek ji hêja Şah Ebdullahê Duyemê kurê Husên, Şahê Keyaniya Urdunê ya Haşimî wergirt.

Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyeke telefonî ji serokê Mîrnişîna Îmaratê girt

SUNDAY, 29 MARCH 2026 11:03:49

Hewlêr-KDP.info: Şeva borî, Şemî 28.03.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefonî ji rêzdae Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehyan, Serokê Dewleta Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî, wergirt.

 
Peyamek ji Serok Barzanî

SUNDAY, 29 MARCH 2026 11:03:24

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî li ser êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de got, “Herêma Kurdistanê tu demekê nebûye parek ji wan pirsgirêk, alozî û şerên ku li deverê hene, lê mixabin hin kes hene bêyî ku tub kesek wan rawestîne, balda wan a sereke ew e ku çawa û bi çi awayî dijîtiya Herêma Kurdistanê bikin û her tim bi neheqî êrîşî Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan dikin û li ser jiyan û tenahiya gelê Kurdistanê dibin gef.”

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact