Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 16 MAY 2026 01:55 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Hezkirina ji teslîmbûnê
| KDP.info


Zikrî Mûsa

Ev çend roj in ku medyayên Kurdistanê behsa hewla hinek bi nav parlemanterên Kurd dikin, ku projeya wan heye ji bo ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bikeve destê Hikûmeta Iraqê. Bi rastî ev yek nezaniya wan kesan nîşan dide.

Bi gêjbûn û xweşaşkirina van kesan doza sedsalî ya miletekî nabe pirsa mûçeyê fermanberan. Tê bîra me hemûyan ku heya raperîna 1991ê jî mûçeyê fermanberên Kurdistanê ji Bexdayê dihat. Nêzîkî 400 hezar çekdarên Kurdî ser bi Bexdayê ve jî hebûn. Nanê gerim dihat ber deriyê xelkê û pirsgirêka mûçe û nan li Kurdistanê nebû. Lê dîsa jî gelê Kurd li pêşiya çavê hemû kesî jenosîd û karesat dihatin serê wî. Mirovê Kurd Enfal û Kîmyabaran li ser serê wî dihat kirin. Erd û zeviyên Kurdan ji wan dihat sitendin û bi erebkirin li navçeyên wan dihat kirin. Mûçeyên fermanberên Kurdistanê rast e ji Bexdayê dihat, lê di heman demê de, bi hezaran azadîxwazên Kurd di zindanên Iraqê de bûn. Mûçe ji Bexdayê dihat lê bi hezaran gundên Kurdistanê dihatin wêrankirin. Abûrî û çandiniya Kurdistanê dihat xerakirin. Baş e ew kesên ku dixwazin mûçeyên Kurdistanê bikeve destê Bexdayê, ji xwe napirsin, wê demê mûçe hebû lê çima gelê Kurd dihat qirkirin?.

Karesat e ku ew kesên sivik li Kurdistanê rê dibînin ku pilanan ji xwe re deynin Herêma Kurdistanê bêbask bikin û armanca wan ew be ku serweriya Kurdistanê binpê bikin. Kesek tune ye ji wan re bêje, pirsa gelê Kurd pirseke sed salî siyasî û dîrokî û cografî û destûrî û mirovî û pirsa hebûna gelekî ye. Di hindurê mirovê Kurd de xweteslîmkirin tune ye. Lê niha ku pirsa mûçeyê fermanberan derketiye, sedema vê pirsgirêkê ew e ku em ne xwedî serweriyeke temam in, ma çawa çêdibe ku nanê miletekî girêdayî be bi îmzaya kesekî nekurd û şofînî, ku dilê wî tije kerib be?.

Ew hewl metirsîdar in û divê aliyên siyasî ku baweriya wan bi statyoya Herêma Kurdistanê heye, demildest rêgiriyê bikin li xwegîvkirin û nezaniya wan kesan. Nabe bi hiceta hebûna nakokiyên siyasî yan zikreşiyên kevin û pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî de ew kesên ku hatine xapandin, bi prensîpên sereke yên xelkê Kurdistanê bilîzin.

Nakokiyên siyasî bila di navbera partiyên siyasî de hebin û ev yek tiştekî normal e, ji xwe nakokî dibin sedema geşekirina siyasî û bilindbûna hişyariya civakê. Lê mafê tu kesî tune ye ku bi hiceta riq û kîneyê li PDK û Hikûmeta Kurdistanê şeref û serweriya Kurdan bixe destê kesên nekurd.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê Pîrozbahiyê Li Balyozê Nû yê Vatîkanê Kir

FRIDAY, 15 MAY 2026 19:05:23

Hewlêr-KDP.info : Piştî nîvroya îro înî, 15.05.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Mîroslav Vaçovskî, Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê kir.

 
Serok Barzanî pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû kir

FRIDAY, 15 MAY 2026 00:05:54

Hewlêr-KDP : îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî axivî.

Mesrûr Barzanî Serokwezîrê nû yê Îraqê pîroz kir

THURSDAY, 14 MAY 2026 21:05:46

Hewlêr-KDP : îro (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê, serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de pîrozbahî li Serokwezîrê Iraqê yê nû Elî Falih Zeydî û kabîneya wî kir, piştî ku êviriya îro karî baweriya parlamentoyê bi dest bixe.

 
Serokê Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

THURSDAY, 14 MAY 2026 18:05:30

Hewlêr-KDP : Êvara îro pênçşemê 14.05.2026, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi serdanekê digihîje Bexdayê.

Serokê Herêma Kurdistanê :Pêşmerge parêzerê Herêma Kurdistanê ye û bihêziya Herêmê bihêziya Iraqê ye

THURSDAY, 14 MAY 2026 15:05:26

Zaxo -KDP.info : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî 30emîn merasîma derçûna efseran a li Koleja Leşkerî ya 2yemîn a li Zaxo bû. Nêçîrvan Barzanî ev roj wekî "roja serbilindiyê" bi nav kir û got: "Derçûna van efserên ciwan, nîşaneya dilsozî û amadebûna nifşê nû ye ji bo parastina ax û niştiman."



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact