Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 3 JUL 2026 16:23 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Korona û rewşa Iraq û navçeyê bandoreke xerab li abûriya Kurdistanê dike
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serperiştiya civîneke taybet bi encam û berketinên aborî yên petaya vîrusa Korona û rewşa abûrî ya Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Hikûmetê spasiya Komîta Bilind a Rûbirûbûna Korona û dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê kir, ku bi awayekî pîşeyî rêkarên tenduristî yên pêwîst girtin ber û daxwaz jî ji welatiyên Herêma Kurdistanê kir, ku bapendî bi rêkar û rênimayên tenduristî bibin.

Serokê Hikûmetê amaje bi wê î kir, ku belavbûna petaya vîrusa Korona li cîhanê, ne tenê pirsgirêkeke tenduristî ye, belkû mixabin encamên wê yên nerênî li ser aboriya cîhanê jî hene, ku Iraq û Herêma Kurdistanê jî lixwe digire, bi taybet ji ber daketina bilez û zor a nirxên petrolê li bazarên cîhanê de.

Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir, ji destbikarbûna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, yek ji karên pêşîne yên Hikûmetê ew e û li ser wê jî berdewam dibin, ku aboriya Herêma Kurdistanê fireh bikin û nabe tenê pişt bi jêderekî dahatê bê bestin. Ji ber wê mebestê jî me dest bi komek rêkarên pêwîst kiriye, lê bêgûman bicihkirina ecindeyê, girêdayî cîgirbûn û aramiya rewşa siyasî, aborî û ewlehiya Iraqê û navçeyê heye, ku bandora wê ya rasterast li ser Herêma Kudistanê heye.

Mesrûr Barzanî daxwaz ji aliyên beşdar ên Hikûmetê û tevahiya aliyên siyasî û welatiyên Herêma Kurdistanê jî kir, ku bi hesta berpirsatiyê bi vê rewşa hestiyar û qeyrana hatiye pêş re serederiyê bikin, ji bo bikarin kêmtirîn ziyan vê rewşa sextet derbas bikin.

Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê kir, ku berdewam dibin bi cibicîkirina yasaya çaksaziyê û amaje bi wê da, ku pêwîst e di girtina ber a rêkarên tenduristiyê û ew amadekariyên bo rewşa sexte ya aboriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê tên encamdan, berjewendiya giştî ya welatiyan liber çav bigire.

Di civînê de biryar hat dayîn, ku rêkarên pêwîst bo kêmkirina xerciyên nepêwîst yên wezaretan û dam û dezgehên hikûmî li gor rênimayan û di çarçova yasaya çaksaziyê û karnemaya Kabîna Nehem de werin girtin. Herwiha bi Hikûmeta Federal jî li Bexda re hevahengî bê kirin û danûstandin bên kirin, bo derbaskirina vê rewşa darayî ya dijwar a ku rastî Iraq û Herêma Kurdistanê bûye.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serokê Encûmena Şûra ya Îranê civiya

FRIDAY, 03 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info : Her di çarçoveya bernameya serdana xwe ya Tehranê de, nîvroya îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ligel birêz Mihemed Baqir Qalîbaf, Serokê Encûmena Şûra ya Îslamî ya Îranê civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê ligel Serok Pizişkiyan civiya

FRIDAY, 03 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê, ji aliyê birêz Mesûd Pizişkiyan, Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê ve hat pêşwazî kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îranê peywendiyan gotûbêj dikin

FRIDAY, 03 JULY 2026 14:07:00

Hewlêr-KDP.info : îro Înê 03.07.2026an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li Tehranê, ligel birêz Abbas Iraqçî, Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Îranê dike

FRIDAY, 03 JULY 2026 10:07:19

Hewlêr-KDP.info : îro înê 03/07/2026an, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, bi vexwendineke fermî ya birêz Mesûd Pizişkiyan, Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê, bi serdanekê gihîşt Tehrana paytext.

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyeyê kir

WEDNESDAY, 01 JULY 2026 22:07:00

Hewlêr-KDP.info : Roja çarşemê 1ê Tîrmeha 2026an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Îbrahîm Kalin, Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî ya Tirkiyeyê û şandeke pê re kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact