Hewlêr-KDP.info- Parlemanterekî Partiya Netewe ya Skotlanda ragihand ku
partiya wî hemû piştevaniya xwe bo encamdana referanduma Herêma
Kurdistanê diyar kiriye. Herwiha da zanîn ku Hikûmeta Skotlanda rêzê li her
biryareke Herêma Kurdistanê digire ku bo paşeroja xwe dabe û bo dana
hemû alîkariyeke lojestîk û mirovî jî amade ye.
Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî pêşwazî li
Parlemanterê Brîtanya yê Skotlanda û Berdevkê Komîteya pêwendiyên
derve ya Parlemantoya Brîtanya Stîfan Gêsin ku endamê Partiya Netewe ya
Skotlenda ye û şanda pê re kir.
Hewramî bi navê serkirdatiya PDKê spasiya Partiya Netewe ya Skotlendî kir
li ser helwestên xwe û behsa rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê bi giştî behs
kir û amaje bi siyasetên hikûmetên Iraqê yên li pey hev û karesatên ku
anîne sere gelê Kurdistanê kir, lewma PDK û Serok Barzanî kar bo
serxwebûna Kurdistanê dikin.
Ji aliyê xwe ve, Parlemanterekî Partiya Netewe ya Skotlanda ragihand ku