Dihok-KDP.info/ Ji bo pêşvebirina peywendiyên di navbera bajêrvaniya Dihokê û Sura Amedê, duh 15/1/2014 şandeke bajêrvaniya Sura Amedê bi serpereştiya Ebdula Demîr Baş serdana bajêrvaniya Dihokê kir û ji aliyê cêgirê serokê bajêrvaniya Dihokê Xalid Hesen û serokê civata bajêrvaniyê Ismet Ebdulrehman û herdû rêveberên bajêrvanên rojhelat û rojava pêşwazî lê hate kirin.
Di ruînştinê da behsa peywendiyên dû qulî di navbera herdû aliya de û kar û xizmetên pêşkêşî welatiyan dikin di hemû biyavan de bi giştî hatekirin û di tewerekê dî de behsê pêk guhertina şarezayan di navbera her du bajêrvaniyan hate kirin bo hindê bişên zêdetir û rêk û pêktir pirojên xizmetguzarî bicih bînin û xizmeta welatiyan bikin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya şandeke zanayên olî yên bi serokatiya Semehet Şêx Ehmed Ebdulrezaq El-Seidî kir.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê ragihand ku kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêngaveke girîng avêtiye di warê jîgehê de ku dirûşma wê ev e (jîngeha Kurdistanê mezintirîn sermayeya Kurdistanê ye), ku di vê kabîneyê de karekî gelek baş hatiye kirin û hemahengiya me li gel çend wezaretan heye û ew hevkarî û hemahengiyê dikin.
Bexda-KDP.info– Berpirsê liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Bexdayê dibêje, nêzîkî 400 hezar Kurd li Bexdayê hene û hertim kesên nû tên û tevlî me dibin û deriyên me ji her kesî re vekirî ne.
Rojavayê Kurdistanê-KDP.info– Nûnerê ENKSê di Komîteya Pêwendiyên Derve û Dîplomasiyê ya Eniya Aştî û Azadiyê de dibêje, PYDê jî heman xeletiya rejîma Sûriyê kir, ew şirîkan ji xwe re qebûl nake, lewma halê Kurdan li Rojava gehiştiye vî halî.
Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serbaz Berzincî, Endamê Encûmena Şaredariya Lambêsê ya girêdayî Londona paytexta Brîtanyayê, dike.
Em bi navê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşkirin û şewitandina Balyozxaneya welatê Swêdê ya li Bexdayê şermezar dikin û van reftaran li dijî destûr û yasa û rêsayên bavdewletî dibînin.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke pilebilind a Partiya Komunîst a Iraqê kir.
Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Wezîrê Hêzên Çekdar ên Fransayê kir.