Di merasimeke giring û dîrokî de, duhî roja pêncşemiyê (31.05.2012), alaya Kurdistanê li ser nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Yekêtiya Ewropayê hat bilind kirin.
Merasima bilindkirina alayê Kurdistanê li Bruksila paytexta Belcîkayê, bi amadebûna revenda kurdistanû û nûnerên partî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdidtanê har saz kirin.
Selêm Giravî nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Yekêtiya Ewropayê ev pêngav bi rojeke dîrokî wesif kir û got ku ew wê nîşan dide ku Yekêtiya Ewropayê giringiyeke taybet bi doza rewaya gelê kurd û Kurdistanê dide.
Hikûmeta federal a Belcîkayê bi awayekî fermî qebûl kir ku alaya Kurdistanê li ser nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Bruksilê bê bilind kirin.