Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
MON, 5 JUN 2023 20:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Bersiveke kurt ji bo Zubêr Aydar û Malpera Awêne
| KDP.info


Roja 27.12.2022 Malpera “Awêne” raportek belav kiriye li ser gotinên Zuber Aydar Endamê Rêveberiya PKKê yên ji bo televizyona partiya xwe, ku Aydar behsa wî kesî kiriye yê ku roja 4.10.2022 çalakvana PKKê Nagîhan Akarsel li nava bajarê Silêmaniyê kuştiye.

Li gorî wê raportê, qaşo Zubêr gotiye: (Kesê ku Nagîhan Akarsel kuştiye, em nas dikin û em zanin çi gotiye û dixwest piştî kuştina Ngîhan bireve Hewlêrê, lê hat girtin.)

Di destpêkê de û beriya bersivdana kurt û kurmancî bo gotinên Zuber Ayar, cihê ku bala yekî dikşîne helwesta Malpera “Awene” ye, ku wek kesekî ji xwe re hingiv di darekê de dîtibe, li şûna ku herin li ser hurgiliyên bûyera kuştinê lêkolînê bikin, li şûna ku herin li hurgilî û şertûmercên cîbicîkirinê û fermandar û kesên li pişt bûyerê bigerin, hatine bêbextiyan dixin histê Hewlêrê. Hatine gotineke Zuber kirine manşêta raporta xwe, ku neşert e rast be jî. Ma ew gotin bi xwe jî, daxwaz û nêt bû û çênebûye, piştre kî dibêje ku ew gotina wî kesê ku Agîhan kuştiye, rast e? Û ne gotina kesên li pişt wî ne?… Ji wê jî giringtir, eger wî kesî ew gotin jî kiribe, ev yek nîşan û delîl e ji riq û kîneya wan kesên ku jê re li çepkan didin.

Zuber û partiya wî eger xema endama xwe xwaribana û li rastiyan geryabana, gerek berê xwe dabana deselata siyasî û emnî ya cihê ku Nagîhan lê hatiye kuştin, ku li bin deselata wan û li ber çavê wan ev kuştin çêbûye. Cihê pirsyarê ye, PKK çima dest ji cih û dem û hurgiliyên kuştina endama xwe berdaye, dest jê berdaye ku kî li pişt wê kuştinê ye û bikuj çek ji kur aniye, lê hatiye bi wê yekê girtiye ku qaşo bikuj dixwest bireve?!

“Awene” gotinên Zuber belav kiriye ku dibêje: “Bikuj gotiye ew ji bo kuştina Nagîhan Akarsel çûbû Silêmaniyê û (wana) pere û hertiştek dabûn bikuj.” Em jî li vir dipirsin, (ew kesên ku pere dane bikuj) kî ne û çima Zuber newêre yan naxwaze navê wan bêje?!!

Piştre, eger nêta bikuj hebû bireve Hewlêrê, gelo Zuber û PKK dikarin ji me re bêjin bikujên endamên wan yên din kî ne û li kuderê ne?.. Erê bikujê Kanî Yelmaz berpirsê PKKê yê Ewropa û berpirsê Zuberê bi xwe jî kî ye û li kuderê ye?

Partiya Zuber (PKK) xwedî dîrokeke reş e di kuştin û revandin û hewla tunekirina endamên xwe de. Ne dûr e ku ev gotinên wan û derxistina hincetan û anîna navê Hewlêrê, hewleke din be ji bo veşartina laperekê ji dîroka wan a reş.

Beşê Rewşenbîrî û Ragihandinê yê Partiya Demokrata Kurdistanê

29.12.2022




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Balyoza Swêdê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

MONDAY, 05 JUNE 2023 18:06:11

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 5.6.2023 pêşwazî li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşxistina pêwendiyên di navbera xwe de gotûbêj kirin.

 
Mesrûr Barzanî û Balyoza Swêdê pêşxistina pêwendiyan gotûbêj kirin

MONDAY, 05 JUNE 2023 18:06:10

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşema 5.6.2023 pêşwazî li Balyoza Swêdê li Iraqê Jessica Svardstrom kir û di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêşxistina pêwendiyên di navbera xwe de gotûbêj kirin.

 

Serok Barzanî pêşwazî li parlemanterên Neynewa yên li Iraqê kir

SUNDAY, 04 JUNE 2023 17:06:44

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî û şandeke nûnerên parêzgeha Neynewa li Parlamentoya Iraqê rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

 
Serok Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqê Raf'i Îsawî kir

SUNDAY, 04 JUNE 2023 17:06:06

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li siyasetmedarê Iraqê Raf'i Îsawî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li YNKê kir

THURSDAY, 01 JUNE 2023 18:06:22

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya 48 saliya damezrandina YNKê belav kir û tê de ragihand, “Hêvîdar im di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike.”

 

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact