Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Duşemê pêşwazî li Balyozê Danîmark ê nû li Iraqê Christian Thorning kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê Danîmark kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwast û amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Danîmark nîşan da.
Balyozê Danîmark spasiya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo hevkarî û hevahengiya baş a ligel balyozxaneya welatê. Herwiha bal kişand li ser giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê û daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dubare kir.
Girîngiya parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem, mijarên din ên hevdîtinê bûn.