Hewlêr-KDP.info- Çapemeniya ser bi PKKê ve ev çend roj in ku raporteke bêbingeh derbarê Partiya Demokrata Kurdistanê belav dikin bi mebesta çêkirina tirs û nearamî û xapandina raya giştî. Bi falvekirin û xwandin û pêşbîniyên bêbingeh ku mirov ecêb dimîne, behsa wê yekê dikin ku di 15ê Nîsan a 2022yê de di çarçoveya planekê de dê êrîş li ser PKKê bê kirin.
Li vir em dibêjin, ew gotegot û raport nerast in û bi aqilekî nefret û nerast ve hatine nivîsandin û em ji wan re dibêjin, 15 Nîsanê zêde nemaye û emê li bendê bin. Wê demê derew û nerastaxaftina we û tevlihevî derxistina we ya ji bo xelkê Kurdistanê dê eşkere bibe û dê dûbare rûye rast ê we ji bo gel diyar bibe.
Siyaseta PDKê li hember hemû pirsan gelekî zelal e û plangerî û tevlihevî li we û yên wek we tên, ne li xelkên din.