Pîrmam-KDP.info- Îro Yekşema 16.1.2022 li avahiya Polîtbîroya PDKê li Pîrmam, Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek û şanda pê re kir.
Di wê civînê de, jibilî bixêrhatina şanda mêvan, Fazil Mîranî bo kurtî behsa rewşa niha ya Iraqê bi giştî û ya Herêma Kurdistanê bi taybetî kir û got ku rewşa navçeyê ji aliyê abûrî û siyasî û ewlehî de nearam e.
Mîranî behsa hewlên avakirina Hikûmeta Iraqa Federal û rola Kurdan û Kurdistanê di avakirina wê hikûmetê de kir û tekez kir ku PDK hemû hewlên xwe dide ji bo ku vê carê hemû mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bidest werin û Herêma Kurdistanê ji vê rewşa nebaş derbas bike.
Derbarê doza gelê Kurd li Kurdistana Tirkiyê, Fazil Mîranî tekez kir ku divê ev doz bi riya danustandin û bi riya aştî were çareserkirin û nabe doza gelê Kurd bi tivingê were girêdan. Mîranî herwiha got ku pêwendiyên PDK û Partiya Sosyalîst dîrokî û serkeftî ne.
Ji aliyê xwe ve, Mesûd Tek spasiya Polîtbîroya PDKê kir li ser amadekirina vê hevdîtinê û behsa rewş û pêşhatên nû li Tirkiyê kir û got ku rewşa abûrî li Tirkiyê pir xerab bûye û roj li pey xerabtir jî dibe.
Herwiha Tek got ku partiyên Kurdî li Tirkiyê ji niha de xwe ji bo hilbijartinên Tirkiyê amade dikin û hêvî kir ku aliyên siyasî û gelê Kurd li Tirkiyê yekdeng bin di van hilbijartinan de.