Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 21 OCT 2021 14:20 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

Mesrûr Barzanî: Baweriya min a temam bi hêzên ewlehiya Kurdistanê heye ji bo parastina dengderan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya hemû dezgehên ewlehiyê kir ji ber beşdarbûna wan a di proseya dengdana taybet de bo hilbijartinan Parlamentoya Iraqê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Ez spasiya hemû dezgehên me yên ewlehiyê yên qehreman dikim ji ber beşdarbûna wan a bihêz a di dengdana îro de li seranserê Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî berê xwe da hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê û ragihand: “Ez spasiya wan dikim ji ber bicihanîna erkên xwe di parastina civakê de.”

Herwiha eşkere kir: “Baweriya min a temam bi şiyana wan heye ji bo parastina dengderan di roja dengdana giştî ya roja yekşemê de.”




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Divê armanca xwendinê ji bo avedankirin û bihêzkirina welat be

WEDNESDAY, 20 OCTOBER 2021 18:10:13

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîma xelatkirina hejmarek xwendekarên serkeftî yên qonaxa 12 a amadehî yên sala 2020 – 2021ê de amade bû û tê de gotarek pêşkêş kir.

 
Fazil Mîranî: Em dixwazin partiyên Kurdistanê wek tîmekê li Bexdayê kar bikin

TUESDAY, 19 OCTOBER 2021 18:10:16

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 19.10.2021ê piştî civîna şandeya bilind a PDKê û Partiya Komînîst (Şûî) ya Kurdistanê, sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û sekreterê giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd civîneke çapemeniyê ve balkêşan ser naveroka hevdîtinê.

 
PDK: Li hemberî hizra inkara mafên Kurdistanê pêwîstiya me bi yekrêziyê heye

TUESDAY, 19 OCTOBER 2021 17:10:02

Hewlêr-KDP.info- Îro Sêşema 19.10.2021ê piştî civîna şandeya bilind a PDKê û Tevgera Îslamî ya Kurdistanê berdevkên herdu aliyan kongreyeke rojnamevanê lidar xistin û derbarê naveroka civînê de daxuyanî dan.

 
Fazil Mîranî: Em dixwazin ku Kurd li Bexdayê yekrêz bin

MONDAY, 18 OCTOBER 2021 19:10:22

Silêmanî-KDP.info- Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî ragihand, “Armanca me ji serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê li Silêmanî ji bo yekrêziya Kurdan e, ku em dixwazin piştî hilbijartinan qonaxeke nû destpê bike û ew tundiya ku beriya hilbijartinan çê bû, nemîne.”

 
PDK: Ji bo ku em mafên xwe yên destûrî biparizin divê li Bexdayê em yek bin

MONDAY, 18 OCTOBER 2021 18:10:28

Silêmanî-KDP.info- Îro 18.10.2021ê piştî hevdîtinên şandeya bilind a PDKê û YNKê berdevkên herdu aliyan li ser naveroka hevdîtinê kongreyeke rojnamevanî lidar xistin.



 
© 2021 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact