Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 18:11 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka civiyan
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazranî ragihand ku ew daxwaza peywendyeke tendirust û aktîv ligel hikumeta Iraqê dikin û Herêma Kurdistanê amade ye li ser bingeha destûrê pirsgirêkan çareser bikin.

Îro Çarşema 24.2.2021 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Bazranî di derbarê civînê de ragihand ku ew daxwaza peywendyeke tendirust û aktîv ligel hikumeta Iraqê dikin û Herêma Kurdistanê amadeye li ser bingeha destûrê pirsgirêkan çareser bikin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew diyalogê weke çaroçoveyke giring bo pêşvebirina peywendyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav kir.

Li aliyê din Balyozê Amerîkayê Mathew Teulller tekez ku abendya Amerîka bi b berdewamiya diyaloga startîjî ya Amerîkî-Iraqî kir.

Di daxuyaniya Serokê Heram Kurdistanê hat gotin ku “Di de civînê de pêşhatên dawî yên emnî û siyasiyên Iraqê û êrîşên ser Hewlêrê, paşê Beled û Bexda hatin guftûgo kirin û tekez li ser girîngî û pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyên peywendîdar li Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya alîkarî û piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiyê kirin.

Balyozê Amerîka pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya diyaloga stratejiya Amerîkî – Iraqî dûpat kir û Serok Nêçîrvan Barzanî jî diyaloga stratejî wekî çarçoveyekî girîng ya ji bo pêşxistina peywendiyên Amerîka li gel Iraq û Herêma Kurdistanê da zanîn, dûpat jî kir ku Herêma Kurdistanê xwazyarê peywendiyeke tendirust û çalake li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê û amadeye kêşeyên li ser bingeha destûr çareser bike.

Rewşa Herêma Kurdistanê û girîngiya yekrêziya aliyan, pêşhatên dawî yên belavbûna pejika Korona û hewlên ji bo dabînkirina derziyan, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û alîkariya Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî ya li vî derbarî de, rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, rewşa deşta Nînowa û çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, xistin ber behs û guftûgoyan.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact