Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 27 APR 2024 03:16 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Tevî rewşa dijwar emê di xizmetkirina xelkê Kurdistanê de berdewam bin
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, tevî vê rewşa dijwar a abûrî li Herêma Kurdistanê lê ewê li ser bicîhanîna sozên ku dane welatiyan, berdewam bin û xizmeta wan bikin.

Îro Wîstgeha eliktirîkê ya Xebat bi amadebûna Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî hat vekirin û dest bi kar bû.

Di merasima vekirina wîstgehê de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand, zêdebarî vê rewşa zehmet û tengav, ewê li ser bicîhanîna sozên ku dane welatiyan, berdewam bin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn ku santrala Xebat dikare 300 MW elektirîk berhem bîne û ji aliyê wezareta elektirîkê û du şîrketên Korya Başûr ve hatiye çêkirin.

Serokê Hikûmetê anî ziman ku eliktirîk gelekî girîng e lê bikaranîna wê jî gelekî girîng e û got, me daxwaz ji wezareta elektirîkê û dezgehên pêwendîdar kiriye pêdaçûnê bi rewşa elektirîkê bikin. Lê divê welatî jî alîkar bin û elektirîkê heder nedin.

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku bi alîkariya gelê Kurdistanê ew dikarin vê qonaxa zehmet derbas bikin û got, çi ji destê hikûmetê tê bo parastina tenduristiya welatiyan dike lê divê welatî jî ya ku dikeve ser milê wan bicîh bînin.

Mesrûr Barzanî wiha domand: “Piştrast bin emê berdewam bin di hewlên rûbirûbûna vê rewşa dijwar a darayî li Herêma Kurdistanê. Daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim ku hûn jî bi me re alîkar bin, ku samanên me vala xeric nebin.”




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact