Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 17:02 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî kevirê bingehê yê riya (100 metrî) ya Silêmaniyê danî: Xelkê Silêmaniyê hêjayî projeyên mezintir in
| KDP.info


Silêmanî-KDP.info- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gihîşt bajarê Silêmaniyê û kevirê bingehê yê projeya riya 100 metrî ya Silêmaniyê danî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di merasîmekê de bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê Qubad Talebanî kevirê bingehê yê riya 100 metrî ya Silêmaniyê danî, ku yek ji projeyên stratejî ye, ji bo çareserkirina pirsgirêka çûnûhatinê li bajarê Silêmaniyê.

Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehê ya riya 100 metrî ya Silêmaniyê de ragihand, ev proje yek ji projeyên mezin ên hikûmetê ye û xelkê Silêmaniyê hêjayî projeyên zêdetir in.

Ragihand jî: “Xwe bextewer dizanim û xweşhal im ku îro bi we re beşdarî danîna kevirê bingehê yê riya 100 metrî ya Silêmaniyê bûme. Bêgûman ev yek ji projeyên herî mezin ên stratejî yên hikûmetê ji bo bajarê Silêmaniyê yê xweşewîst e.”

Serokê Hikûmeta Herêma got: Xwişk û birayên Silêmaniyê hêjayî vê projeyê û projeyên mezintir in. Me di hikûmetê de soza daye, xizmetkarê hemûyan bin.

Amaje bi wê jî da, Di vê hikûmetê de, girîngî bi jêrxaneyê didin, rê û pire jî beşeke sereke ne. Ji vir ve pîrozbahiyê li xelkê Silêmaniyê dikim.

Ragihand jî, hikûmet bê cudahî girîngî daye hemû navçeyan, lê piştî destpêkirina karê me, hin qeyran hatin pêş, ku rêgirî li gelek projeyên hikûmetê kir, lê destpêkirina vê projeyê, nîşana berdewamiyê ye û nahêlin ti qeyran û asteng li pêş me raweste, kabîneya me xizmetkarê hemû aliyan e.

Mesrûr Barzanî got: “Sipasiya Cîgirê Serokê Hikpmetê Qubad Talebanî dikim. Em hikûmeteke firehalî û hevpeyman in, ji çend partiyên cuda pêk tê, lê hest nakin ku em ji partiyên cuda ne, wê jî hîşt ku em tîmeke guncawtir bin û bi hev re kar bikin.”

Serokê Hikûmetê got: “Em berdewam dibin ji bo rûbirûyî vê qeyranê bibin û ewê di karîna me de dikin ji bo ev cure proje di dema pêwîst de bêne bicihkirin. Belavbûna vîrusa Korona ligel daketina nirxê petrolê, ku bandor li ser hemû cîhanê kiriye, Kurdistan jî ne li derveyî wê qeyranê ye, ku bandora wê li ser hikûmetê jî hebû. Vê yekê em neçar kirin ku xwe biguncînin. Spasiya xweragirî û têgihîştina hemû xelkê Kurdistanê dikim, ku bi me re rawestiyan ji ber derengketina mûçeyê binhfireh bûn.”

Got jî: “Neşandina mûçeyê ji aliyê Bexdayê ve, hîşt ku em rastî girftê bibin di belavkirina mûçeyê de di dema xwe de. Hinek kes wiha hizir dikin ku destkarîkirina mûçe beşek ji çaksaziyê ye, ne wiha ye, ji ber ku çaksazî piroseyeka din e. Me ji neçarî destkariya mûçe kir, ta ku em bikarin xwe bi vê rewşê re biguncînin. Eger me wiha nekiriba, me nedikarî hinek tiştên ku niha em dikin, bikiria.”

Mesrûr Barzanî ragihand jî: “Hêvîdar im bikarin rûbirûyî nexweşiya Koronayê bibin û daxwaz ji hemûyan dikim, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin. Spasiya tîma xwecihî ya Silêmaniyê dikim ku bi xemxwarî û dilsozane bi xelkê Silêmaniyê re rawestiyane û erkên xwe bicih dikin.”

Herwiha got: “Reng e daxwaza piraniya xelkê ew be, ku desthilata zêdetir ji bo parêzgehan bê dayîn, bêgûman ew jî di karnemaya kabîneya me de hatiye û me gelek desthilat jî daye parêzghan û di pêşerojê de jî zêdetir dibe.”

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact