Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
FRI, 26 APR 2024 12:28 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî qurbanîdana Pêşmerge û gefên DAIŞê dibe Konferansa Munchenê
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdariyê di Konferansa Asayişê ya Munchenê de bike,îro Pêncşema 13.2.2020an bi serokatiya şandeke hikûmî ber bi Almanyayê ve birê dikeve.

Biryar e Konferansa Asayişê ya Munchenê roja 14 – 16ê vê mehê birêve diçe, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevdîtinan bi hejmarek ji berpirsên pilebilind û xwedî desthilat ên di konferansê de beşdar in re dike û rewşa niha ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi civaka navdewletî re guftûgo bike.

Ev çend sal in, Mesrûr Barzanî yek ji beşdarên sereke yên Konferansa Asayişê ya Munchenê ye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di perawîza Konferansa Asayişê ya Munchenê çendîn hevdîtinên me bi berpirsên pilebilind ên cîhanê re dibin û behsa qurbanîdana Pêşmerge di şerê li dijî terorê û gefên berdewam ên DAIŞê dikin, ku pêwîstî bi hevahengiya zêdetir a civaka navdewletî heye, bo rûbirûbûna wan gef û metirsiyan”.

 




Nûçeyên din

Serok Barzanî pêşwazî li Parêzgerê berê yê Musenna kir

THURSDAY, 25 APRIL 2024 15:04:14

Hewlêr-KDP.info- Serok Mesûd Barzanî pêşwazîli Parêzgerê berê yê Musennayê kir.

 
Mîrê Êzîdiyan: Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan

TUESDAY, 23 APRIL 2024 23:04:36

Şêxan-KDP.info- Mîrê Êzîdiyan li cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg ragihand ku, wî hevdîtineke gelek berhemdar ligel Serok Barzanî kir û Serok Barzanî tekez kir li ser piştevaniya xwe ya temam bo Êzîdiyan.

Mustafa Ozçelîk: Tirkiye dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurt bike

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:26

Tirkiye-KDP.info_ Siyasetmedar û pisporê siyasî li Bakurê Kurdistanê Mustafa Ozçelîk ragihand ku Tirkiye dixwaze di gelek waran de pêwendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re baştir bike.

 
Serkirdeyekî AKPê: Serdana Erdogan bo Herêma Kurdistanê giring bû

TUESDAY, 23 APRIL 2024 22:04:30

Tirkiye-KDP.info – Serkirdeyekî AKPê ragihand, ev demeke Serokomar Recep Tayyip Erdogan dixwest serdana Iraqê bike û vê serdana Erdogan ya bo Herêma Kurdistanê girîng dibîne.

 
Serok Barzanî: Me ji bo berjewendiya xelkê Kurdistan û Tirkiyê danûstandin kirin

TUESDAY, 23 APRIL 2024 00:04:23

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî li ser civîna xwe ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê re radigehîne, “Ez bi pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê îro li Kurdistanê dilxweş bûm”.

 


 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact