Hewlêr-KDP.info- Her di çarçoveya beşdariya di Korbenda Abûrî ya Davosê de, îro Çarşema 22.1.2020 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Urdinê civiyan û behsa çend mijaran kirin.
Herdû aliyan behda bûyer û pêşhateyên Iraqê û navçeyê kirin.
Herwiha behsa pêşxisitina pêwendiyên di navbera Urdin û Iraq û Herêma Kurdistanê de kirin.
Herdû alî li ser hewlên aramkirina rewşa navçeyê û metirsiyên terorê û giringiya berdewamiya Hevpeymaniya Navdewletî di karê wê de, axivîn. Herwiha behsa çend mijarên din jî kirin.