Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Erebidtana Siûdiyê li Davos civiyan û di wê civînê de rewşa Iraqê gotûbêj kirin û tekez kir ku Herêma Kurdistanê hewl dide ji bo aramkirina aloziyan.
Di berdewamiya civîn û hevdîtinên xwe de li Davosê, îro Çarşema 22.1.2020 Nêçîrvan Barzanî û Mîr Fêsel Bin Ferhan Al Siûd civiyan.
Di wê civînê de çend mijar hatin gotûbêjkirin mîna, têkelî û pêwendiyên di navber Erebistana Siûdî û Iraq û Herêma Kurdistanê de, rewşa navçeyê bi giştî û metirsiyên serhildana terorê bi taybetî, rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de, giringiya hewldana ji bo aramkirina aloziyên navçeyê, rewşa pêkhateyên Iraqê, rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û alîkariyên mirovî yên Xaça Sor a Siûdî ji bo wan.