Hewlêr-KDP.info- Li avahiya Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî kir li Qeşeyê Xristiyanan li Zaxo Pols Hena Elhozî û di wê rûniştinê de Mîranî got ku her ji serî de Xristiyan di Şoreşa Îlonê de beşdar bûn û qurbanî dan.
Sekreterê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî behsa rewşa niha ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê kir ku Kurdistan ji her ji kevin de û heya niha derguş û landika bihevre jiyana ol û mezheb û neteweyan bûye, bi taybetî jî di navbera Kurd û Xristiyanan ku ti cudahî di navbera wan de tune bûye. Herwiha got ku her ji serî de Xristiyan di Şoreşa Îlonê de beşdar bûn û qurbanî dan.
Ji aliyê xwe ve, Qeşe Pols hena spasiya Sekreterê Polîtbûroya PDKê kir li ser vê pêşwaziyê û amaje bi wê yekê kir ku li Kurdistanê her kesek bi her hizir û olekê be bi azadî dijî.