Amistirdam-KDP.info- Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa Dilawer Ajgeyî ragihand ku Wezareta Bergîriyê ya Holandayê biryar daye ku çalakiyên xwe li Herêma Kurdistanê wek rahênan û perwerdeya leşkerî ji bo Hêzên Pêşmerge destpê bike.
Dilawer Ajgeyî ragihand: “Di serdana me de ya hefteya borî bo Paralamentoya Holandayê bi fermî me daxwaza piştgîriya parlamentoya wan kir bo berdewamiya Holanda di piştgîriya Herêma Kurdistanê de.”