Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 12 DEC 2019 18:41 Erbil, GMT +3
Partiya Demokrat a Kurdistanê
Nûbûn  .  Dadperwerî  .  Bihevrejiyan
 

“Navçeya Aram nêzîk bûye..Pêşmergeyên Roj dê roleke sereke bibînin”
| KDP.info


 

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serkirdeyê Kurd li Rojavayê Kurdistanê Ebdulrehman Apo dibêje, çareseriyek li cem Fransa heye ji bo rewşa Sûriyê û di pêşerojê de dê berhema wê bê dîtin. Herwiha dibêje, li gorî pilana welatên mezin îsal dê Navçeya Aram ava bibe û Pêşmergeyên Roj dê roleke sereke di parastina wê navçeyê de bibînin.

Ebdulrehman Apo Serkirdeyê ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Avakirina Navçeya Aram li Sûriyê nêzîk bûye, lê dema wê bi dirûstî nexuya ye, ku li ser pêşniyara Fransa û bi razîbûna Amerîka Nançeya Aram tê diyarkirin. Ew hêzên ku li ser erdê dê rewşê kontrol bikin dê hêzên Kurdî bin, bi taybetî jî hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê ku bi navê Leşkerê Roj tê naskirin.”

Apo wiha got: “Em her ji serî de ligel pêşniyara avakirina Navçeya Aram bûne li Sûriyê. Herwiha em dixwazin hemû Rojavayê Kurdistanê bikeve çarçoveya Navçeya Aram de, ji Dêrik û Şedadê heya bighê Efrînê. Me ev daxwaz gihandiye welatên mezin jî.”




Nûçeyên din

Hikûmeta Kurdistanê projeyasaya çaksaziyê pejirand

WEDNESDAY, 11 DECEMBER 2019 19:12:50

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Wezîran projeyasa çaksaziyê pejirand û ji bo Parlemantoya Kurdistanê dişîne.

 
DAIŞ xwe bihêz dike..Lê çeperên Pêşmerge şidyayî ne

WEDNESDAY, 11 DECEMBER 2019 19:12:11

Hewlêr-KDP.info- Pisporê leşkerî û serfermandarê berê yê Iraqê Babekir Zêbarî dibêje, DAIŞ bidawî nehatiye û sûdê wê valahiya ewlehî ya di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de dibîne û xwe bihêz dike.

 
Parlemantera Turkman: PDK herdem pişta pêkhateyên Kurdistanê digre

WEDNESDAY, 11 DECEMBER 2019 18:12:54

Hewlêr-KDP.info- Parlemantoya Kurdistanê duhî xwendina yekem ji bo pêşniyarbiryareke Turkmanan kir û PDK jî piştevaniya wê pêşniyarê kir. Parlemantereke Turkman jî dibêje, em destxweşiyê li PDKê dikin ku herdem pişta pêkhateyên Kurdistanê digre.

 
Nêçîrvan Barzanî: Di xebata netewî de Yekîtiya Jinên Kurdistanê xwedî dîrokeke pir têkoşan e

WEDNESDAY, 11 DECEMBER 2019 18:12:37

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 67yemîn salvegera damezrandina Yektiya Afret (Jinên) Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de got, Yekîtiya Jinên Kurdistanê xwedî dîrokeke pir serwerî û têkoşan e û rola wê pir mezin û girîng e di xebata niştimanî û netewî de.

 
Dîsa bo dîrokê..

TUESDAY, 10 DECEMBER 2019 17:12:57

Zikrî Mûsa

 


 
© 2018 Kurdistan Democratic Party, KDP