Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 5 MAR 2026 15:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî bi nûnerên bankên beşdar di projeyên Hejmara Min û E-psûle re civiya
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 10.02.2026, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Ellaq, bi berpirs û nûnerên hejmarek bank û cizdanên elektronîkî yên Iraq û Herêma Kurdistanê re civiya. Ev bank û saziyên darayî di her du projeyên stratejîk ên bi navê "Hejmara Min" û "E-psûle" de beşdar in.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de giringiya başkirina sîstema bankî û pêşxistina hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Banka Navendî ya Iraqê û bankên beşdar de hat nirxandin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Elî El-Ellaq û tîma wî kir ji bo hêsankarî û piştgiriya wan a ji bo çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên di warê pêşxistina sîstema bankî de. Herwiha Serokwezîr çaksaziyên Parêzgarê Banka Navendî yên ji bo çalaktrkirin û başkirina sîstema bankî li seranserê Iraqê wek pêngavên giring binav kir û bilind nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Ellaq nêrîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya di warê çakdsaziyên bankî û dîjîtalîzekirina xizmetguzariyên giştî de bilind nirxand.

El-Ellaq di civînê de amadehiya Banka Navendî ya Iraqê nîşan da ku ji bo serkeftina van projeyan, her cure hevkarî û hevahengiyê bi aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bike.




Nûçeyên din

Peyama Mesrûr Barzanî Bi Boneya Bîranîna Serhildanê

THURSDAY, 05 MARCH 2026 14:03:17

Hewlêr-KDP.info: îro 5ê Adarê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 35emîn salvegera Serhildana Adara 1991ê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, parastina destkeftên niştimanî erkê herî sereke ye..

 

Peyama Serok Barzanî Bi Boneya Bîranîna Serhildanê

THURSDAY, 05 MARCH 2026 13:03:20

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî bi boneya 35emîn salvegera Serhildana Adara 1991ê peyamek belav kir û ragihand: Serhildan peyama azadîxwazî û îradeya jiyana serbilind e.

 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Serhildanê de

THURSDAY, 05 MARCH 2026 13:03:48

Hewlêr-KDP.info: îro 5ê Adarê , Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di 35emîn salvegera Raperîna mezin a Adara 1991ê de peyamek belav kir û tê de tevî tekeziya li ser parastina destkeftên destûrî, ragihand, Herêma Kurdistanê wek faktoreke aramiyê dimîne û nabe beşek ji mîlmilanêyên serbazî yên navçeyê.

 
 
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 04 MARCH 2026 17:03:04

Hewlêr-KiDP.info: Derengên şeva bihûrî, 03.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Jean-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê, wergirt.

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan rewşa giştî ya navçeyê gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 04 MARCH 2026 17:03:51

Hewlêr-KiDP.info: Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan wergirt.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact