Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 21 FEB 2026 19:11 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî pêşwaziyê li Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja Yekşemê, 1ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Joshua Harris, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û Xanima Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li ser navê Serok û Hikûmeta Amerîkayê spas û hurmetên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo hemû piştgirî û alîkariyên ku ji bo rêkeftina dawî ya di navbera hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de nîşan daye.

Herwiha, di derbarê pêvajoya siyasî ya li Iraqê de, careke din piştgirî û helwesta Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistaneke bihêz di çarçoveya Iraqê de tekez kir.

Serok Barzanî, ji bilî bi xêrhatinê, spasiya rol û helwesta Amerîkayê kir ji bo piştgiriya wan ji bo gelê Kurdistanê û destnîşan kir ku eger helwest û piştgiriya Amerîkayê nebûya di sala 1991ê de, me nedikarî destkeftiyên Raperînê û Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biparêzin.

Derbarê pêvajoya siyasî ya Iraqê de, danustandina bîr û ramanan kirin û her du aliyan tekez li ser girîngiya pabendbûna bi destûrê kirin û hevfikir bûn ku divê Iraqî bi xwe li ser bingeha hevparî, hevsengî û lihevkirinê, biryarê li ser rewşa welatê xwe bidin.

Di vê çarçoveyê de, her du aliyan pêşwaziyê li gotûbêj û şêwirên vê dawiyê yên Bexdayê kirin ji bo pêkanîna rêkar û senaryoyên siyasî ku tê de berjewendiyên Iraqiyan bêne berçavgirtin û ji her aliyekî ve hevbeşiya Amerîka û Iraqê bê bihêztir kirin.




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî ji bo Roja Zimanê Dayikê

SATURDAY, 21 FEBRUARY 2026 17:02:37

Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê 21ê Sibata 2026an, Serok Mesûd Barzanî ji bo Roja Zimanê Dayikê, peyamek li ser tora civakî ya X (Twitter) belav kir. Ev e jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Mesrûr Barzanî: Serbilindiye ku hemû pêkhateyên Kurdistanê bi awayek azad bi zimanê dayîka xwe diaxivin û dixwînin

SATURDAY, 21 FEBRUARY 2026 13:02:42

Hewlêr-KDP.info: îro (Şemî 21ê Sibata 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,  li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek ji bo Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê belav kir û ew roj li Kurdistaniyan pîroz kir.

 
Serok Barzanî Pêşwaziya Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Kir

WEDNESDAY, 18 FEBRUARY 2026 18:02:11

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê, 18ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Joshûa Harris, berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.

Peyama Serok Barzanî ji bo Bîranîna 73 Salî ya Damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanê

WEDNESDAY, 18 FEBRUARY 2026 12:02:10

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand. Serok Barzanî di peyama xwe de, rola dîrokî ya van her du rêxistinan di xebata rizgariya Kurdistanê de bilind nirxand.

 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina meha Remezana pîroz

TUESDAY, 17 FEBRUARY 2026 22:02:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand: Bila em vê helkefta olî ji bo mezinkirina canê lêborîn, tebayî û pêkvejiyanê bikin derfetek.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact