Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
SAT, 21 FEB 2026 19:10 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li birêz Nûrî El-Malikî kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Êvara îro Yekşemê 25/01/2026, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de, ji bo destnîşankirina wî wek namzedê postê Serokwezîrê Iraqa Federal, pîrozbahî li Birêz Nûrî El-Malikî kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî, tevî nîşandana piştevaniya xwe, hêviya serkeftinê ji wî re di erk û berpirsyariyên bihêt de xwest ji bo pêkanîna hikûmetekê ku rengvedana daxwaz û hêviyên hemû welatiyên Iraqê be û şiyana wê ya berbirûbûna astengiyan hebe.

Ji aliyê xwe ve birêz El-Malikî, spas û pêzanîna xwe ji bo pêwendî û pîrozbahiya Serok Nêçîrvan Barzanî anî ziman.




Nûçeyên din

Peyama Serok Barzanî ji bo Roja Zimanê Dayikê

SATURDAY, 21 FEBRUARY 2026 17:02:37

Hewlêr-KDP.info: Roja Şemiyê 21ê Sibata 2026an, Serok Mesûd Barzanî ji bo Roja Zimanê Dayikê, peyamek li ser tora civakî ya X (Twitter) belav kir. Ev e jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:

Mesrûr Barzanî: Serbilindiye ku hemû pêkhateyên Kurdistanê bi awayek azad bi zimanê dayîka xwe diaxivin û dixwînin

SATURDAY, 21 FEBRUARY 2026 13:02:42

Hewlêr-KDP.info: îro (Şemî 21ê Sibata 2026ê) , Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî,  li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek ji bo Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê belav kir û ew roj li Kurdistaniyan pîroz kir.

 
Serok Barzanî Pêşwaziya Berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Kir

WEDNESDAY, 18 FEBRUARY 2026 18:02:11

Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemê, 18ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Joshûa Harris, berpirsê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, kir.

Peyama Serok Barzanî ji bo Bîranîna 73 Salî ya Damezrandina Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokratên Kurdistanê

WEDNESDAY, 18 FEBRUARY 2026 12:02:10

Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî bi boneya 73emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Qutabiyên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê weşand. Serok Barzanî di peyama xwe de, rola dîrokî ya van her du rêxistinan di xebata rizgariya Kurdistanê de bilind nirxand.

 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hatina meha Remezana pîroz

TUESDAY, 17 FEBRUARY 2026 22:02:00

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê hatina meha Remezanê li hemî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê pîroz kir û ragihand: Bila em vê helkefta olî ji bo mezinkirina canê lêborîn, tebayî û pêkvejiyanê bikin derfetek.

 



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact