Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 5 MAR 2026 15:24 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Mêvandariya Balyoz Tom Barrack, Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerika yê Suriyê, Mezlûm Ebdî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Suriya Demokrat û Mihemed Îsmaîl Serokê ENKS ê Kir
| KDP.info


Hawler-KDP.info: Roja Şemiyê, 17.01.2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî mêvandariya civîneke girîng ya di navbera Balyoz Tom Barrack, nûnerê taybetî yê Serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Sûriyê, Wendy Green, Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê, Genaral Kevin Lambert, Fermandarê Hêzên Amerîkayê li Sûriyê, Kolonel Zakariya Cork, û Genaral Mezlûm Ebdî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), û Mihemed Îsmaîl, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi germî bixêrhatina hemû aliyan kir û spasiyên xwe pêşkêşî wan kir ku di vê rewşa taybet de amadebûna wan ji bo vê civînê bi navê aştî û rêgirtina li tundûtûjiyê de bûye. Serok Barzanî tekez li ser girîngiya diyalog, aramî û pêkvejiyanê di Sûriyeya nû de kir.

Her di vê hevdîtinê de, Balyoz Tom Barrack bi nûnerayetiya Amerîkayê spas û rûmetên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo vê mêvandarî û civînê û piştevaniyên wî yên berdewam.

Paşê, amadebûyan li ser çend mijaran gotûbêj û danûstandina bîr û ramanan kirin û ji bo pêkanîna aramiyê balkişandin li ser çend pengavên kirdarî.




Nûçeyên din

Peyama Mesrûr Barzanî Bi Boneya Bîranîna Serhildanê

THURSDAY, 05 MARCH 2026 14:03:17

Hewlêr-KDP.info: îro 5ê Adarê , Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya 35emîn salvegera Serhildana Adara 1991ê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand, parastina destkeftên niştimanî erkê herî sereke ye..

 

Peyama Serok Barzanî Bi Boneya Bîranîna Serhildanê

THURSDAY, 05 MARCH 2026 13:03:20

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî bi boneya 35emîn salvegera Serhildana Adara 1991ê peyamek belav kir û ragihand: Serhildan peyama azadîxwazî û îradeya jiyana serbilind e.

 
Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Serhildanê de

THURSDAY, 05 MARCH 2026 13:03:48

Hewlêr-KDP.info: îro 5ê Adarê , Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, di 35emîn salvegera Raperîna mezin a Adara 1991ê de peyamek belav kir û tê de tevî tekeziya li ser parastina destkeftên destûrî, ragihand, Herêma Kurdistanê wek faktoreke aramiyê dimîne û nabe beşek ji mîlmilanêyên serbazî yên navçeyê.

 
 
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê rewşa herêmê gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 04 MARCH 2026 17:03:04

Hewlêr-KiDP.info: Derengên şeva bihûrî, 03.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Jean-Noël Barrot, Wezîrê Derve yê Fransayê, wergirt.

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan rewşa giştî ya navçeyê gotûbêj kirin

WEDNESDAY, 04 MARCH 2026 17:03:51

Hewlêr-KiDP.info: Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan wergirt.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact