Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 11 MAR 2026 18:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li mersûma nû ya Serokatiya Sûriyeyê dike
| KDP.info


Hawler-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li biryarnameya Komarî ya Serokatiya Sûriyeyê ya derbarê naskirina mafên Kurdan de kir û ew wekî "gaveke siyasî û yasayî ya rast" binav kir.

Pêşwaziyê li fermana doh a birêz Ehmed el-Şer'î, Serokê Komara Sûriyê dikim. Naskirina Kurdan wekî pêkhateyeke resen û parastina mafên wan, gaveke girîng a siyasî û yasayî ya rast e ji bo avakirina Sûriyeke nû û misogerkirina mafên hemûyan.

Naveroka Peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Rêzgirtina li pirrengî û wekheviyê wekî çavkaniya hêz e, ne ku sedema dabeşbûnê, bingeha aramî û aştiyê ye û pêkvejiyana niştimanî xurt dike. Di demek de ku em vê fermanê bilind dinirxînin, em tekez dikin ku nirxê temamî yê van biryaran di wê de ye ku bibin yasaya bi kar û di destûra Sûriyeya dahatû de bêne cîgirkirin, ji bo ku parastî û berdewam bin.

Piştevaniya her hewldanekê dikin ji bo avakirina dewleteke li Sûriyê ku hemû pêkhateyan bê cûdahî û paşguhxistin hembêz bike, tê de mafên siyasî û çandî yên hemûyan mîsoger û parastî bin û aramî û ewlehiya navçeyê xurt bike.

Lewra, daxwaz ji hemû aliyan dikin ku dûrî tundûtûjiyê, bi hev re bixebitin ji bo danîna mekanîzmayên zelal ji bo cîbicîkirina vê fermanê û veguherandina wê bo siyaset û kiryarên berbiçav. Herwiha, em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyekê di ber aştî û ewlehiyê de amade ye.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/01/2026




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 14:03:43

 Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû.”
 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Peymana 11ê Adarê de

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 14:03:26

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê , di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû.”
 

Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera 56 saliya Peymana 11ê Adarê

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 13:03:10

 
Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; Di vê bîranînê de em tekez li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaz û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.
 

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Kir

TUESDAY, 10 MARCH 2026 21:03:41

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşemiyê, 10ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mamosta Selaheddîn Behaeddîn, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Serpereştiya Civîneke Bilind a Leşkerî û Ewlehiyê Kir

TUESDAY, 10 MARCH 2026 17:03:22

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşemî 10.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, bi amadebûna birêz Şêx Ce'fer Şêx Mistefa, Cîgirê Serok, serpereştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir ku tê de birêzên Wezîrê Pêşmerge, Wezîrê Navxwe, Serokerkanê Pêşmerge û fermandeyên bilind ên Hêzên Pêşmerge amade bûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact