Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
WED, 11 MAR 2026 18:13 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 19ê Berçileyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya destnîşankirina Dr. Berhem Salih wekî Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekgirtî ji bo Penaberan (UNHCR), peyameke pîrozbahiyê arasteyî wî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî Peyamek weşand û tê de nivîsî: "Bi boneya wergirtina posta Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan, ez germtirîn pîrozbahiyê li we dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim."
Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya wergirtina vê postê ji aliyê kesayetekî Kurd ve û got: "Cihê kêfxweşiya me ye ku kesayetekî Kurd vî postê bilind ê Neteweyên Yekgirtî werdigire. Em piştrast in ku cenabê we dê bi serkeftî vî erkî bi cih bînin."
Di dawiya peyamê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel pîrozbahiyê, tevahiya piştevaniya xwe ji bo Dr. Berhem Salih nîşan da.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî: Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 14:03:43

 Hewlêr-KDP.info: Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê destkeftiyeke dîrokî ya Şoreşa Mezin a Îlonê bû.”
 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê di Salvegera Peymana 11ê Adarê de

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 14:03:26

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê , di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; “Peymana 11ê Adarê ya bi rêberiya Barzaniyê Nemir û Şoreşa Mezin a Îlonê hat holê, destkefta herî mezin a siyasî û zagonî bû.”
 

Peyama Serok Barzanî ji bo salvegera 56 saliya Peymana 11ê Adarê

WEDNESDAY, 11 MARCH 2026 13:03:10

 
Hewlêr-KDP.info: Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi helkefta 56emîn salvegera Peymana 11ê Adarê ragihand; Di vê bîranînê de em tekez li ser parastina destkeftan û peyama aştîxwaz û bihevrejiyanê ya gelê Kurdistanê dikin.
 

Serok Barzanî Pêşwaziyê li Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Kir

TUESDAY, 10 MARCH 2026 21:03:41

Hewlêr-KDP.info: Roja sêşemiyê, 10ê Adara 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Mamosta Selaheddîn Behaeddîn, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Serpereştiya Civîneke Bilind a Leşkerî û Ewlehiyê Kir

TUESDAY, 10 MARCH 2026 17:03:22

Hewlêr-KDP.info: Îro Sêşemî 10.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmerge, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê, bi amadebûna birêz Şêx Ce'fer Şêx Mistefa, Cîgirê Serok, serpereştiya civîneke bilind a leşkerî û ewlehiyê kir ku tê de birêzên Wezîrê Pêşmerge, Wezîrê Navxwe, Serokerkanê Pêşmerge û fermandeyên bilind ên Hêzên Pêşmerge amade bûn.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact