Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 3 MAR 2026 06:54 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Afretên Kurdistanê roleke girîng di geşbûna xebat û qurbanîdanê de hebûye
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro 11ê Berçileyê, Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî , peyameke pîrozbahiyê arasteyî Sekreter û endamên Mekteba Sekreteriyetê û hemû endamên Yekîtiya Afretên Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwast.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: "Di dîroka gelê Kurdistanê de, Yekîtiya Afretên Kurdistanê xwedî roleke giring û pêşeng bûye. Ew her dem di rêza pêş a berevanîkirina li mafên afretan û mafên rewa yên xelkê Kurdistanê de bûn."
Cîgirê Serokê PDKê tekez kir, endamên vê rêxistinê piştevaniyeke bê hempa ji bo Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê nîşan dane û got: "Ew bûne mînaka geş a xebat, qurbanîdan û canfedayiyê di ber mafên gelê Kurdistanê de."
Herwiha amaje bi wê yekê kir jî, ji bilî xebata neteweyî, Yekîtiya Afretan roleke diyar di parastina mafên jinan û pêgihandina gelek jinên serkirde de dîtiye.
Di dawiya peyamê de, Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku Yekîtiya Afretên Kurdistanê li ser rola xwe ya pêşengiyê û xebata rêxistinî berdewam be, ji bo bidestxistina armancên xwe û xizmetkirina zêdetir a afretên Kurdistanê
 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 14:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 2ê Adarê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peywendiyeke telefonî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî wergirt.

Serok Barzanî û Şahê Urdinê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Şahê Urdinê dawîn pêşhat û guhertin û rageşî û aloziyên herêmê gotûbêj kirin û her du alî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan hevnêrîn bûn.

 
Serok Barzanî û Ehmed Şera rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Ehmed Şera bi telefonê axivîn û nêrînên xwe li ser pêşhatên dawiyê û guhertinên li ser aramiya navçeyê gotûbêj kirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Sersaxiyê li Îranê Kir

SUNDAY, 01 MARCH 2026 16:03:03

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê ji ber kuştina Elî Xamaneyî sersaxî da gel, hikûmet û serkirdayetiya Îranê û got, "Em hevsoz û hevxemên we ne."

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

WEDNESDAY, 25 FEBRUARY 2026 20:02:33

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê got, "Rapora komîsyonê ji bo aştiyê gaveke di rêya rast de ye"



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact