Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 3 MAR 2026 06:52 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Pêşwaziya Konsulê Giştî Yê Nû Yê Macarîstanê Li Hewlêrê Kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: Roja Çarşemiyê, 10ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Grigye Tivadar Takacs, Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê li Herêma Kurdistanê kir.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Macarîstanê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî anî ziman û diyar kir ku ew di derbarê dîrok, çand û siyaseta niha û berê ya Kurd û Kurdistanê de zanyariyên wî yên baş hene, ji ber ku wî masternameya xwe li ser Kurdistanê nivîsandiye. Herwiha spasiyên xwe ji bo rol û helwestên Serok Barzanî di hemû hewldanên wî yên ji bo aştî û aramiyê li herêmê bi giştî kir. Herwiha serkeftina pêvajoya hilbijartinan û serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir.

Her di vê hevdîtinê de, pêngavên aliyên siyasî yên Iraqê ji bo pêkanîna hikûmeteke nû ya federal û pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di derbarê peywendiyên di navbera Macarîstan û Herêma Kurdistanê de, her du alî li ser pêşxistin û baştirkirina peywendiyên dualî di hemû waran de, bi taybetî di warên aborî û bazirganî de, li hevfikir bûn.

Guhertin û rewşa herêmê bi giştî û pêngavên pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û rewşa Sûriyê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 14:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 2ê Adarê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peywendiyeke telefonî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî wergirt.

Serok Barzanî û Şahê Urdinê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Şahê Urdinê dawîn pêşhat û guhertin û rageşî û aloziyên herêmê gotûbêj kirin û her du alî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan hevnêrîn bûn.

 
Serok Barzanî û Ehmed Şera rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Ehmed Şera bi telefonê axivîn û nêrînên xwe li ser pêşhatên dawiyê û guhertinên li ser aramiya navçeyê gotûbêj kirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Sersaxiyê li Îranê Kir

SUNDAY, 01 MARCH 2026 16:03:03

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê ji ber kuştina Elî Xamaneyî sersaxî da gel, hikûmet û serkirdayetiya Îranê û got, "Em hevsoz û hevxemên we ne."

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

WEDNESDAY, 25 FEBRUARY 2026 20:02:33

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê got, "Rapora komîsyonê ji bo aştiyê gaveke di rêya rast de ye"



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact