Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
THU, 27 NOV 2025 15:48 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Serok Barzanî Bi Beşek Ji Cemawer û Çînên Dihokê re Civiya
| KDP.info


Dihok-KDP.info: Roja Çarşemiyê, 29ê Cotmeha 2025an, li bajarê Dihokê, Serok Mesûd Barzanî li gel beşek ji cemawer û çîn û tebeqeyên bajarê Dihokê re civiya.

Di vê civînê de, Serok Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa çend mijarên girêdayî rewşa niha û hilbijartinên gera şeşemîn a Encûmena Nûneran a Iraqê kir.

Derbarê hilbijartinên li Kurdistan û Iraqê de, Serok Barzanî anî ziman ku di sala 1991ê de, di dema Raperînê de, kesî behsa hilbijartinan nedikir û me behsa hilbijartinan kir. Wî herwiha tekez kir ku Partî her ji destpêkê ve baweriya wê bi hilbijartinan û dengê gel û welatiyan hebûye û Partî her ji hilbijartinên yekem heta hilbijartinên dawîn, her yekem bûye.

Serok Barzanî diyar kir ku Partî her dem xwe berpirsiyar dîtiye û tu carî ji berpirsiyariyê nereviya ye û berpirsiyarî nexistiye ser milê kesî, berevajî vê yekê, berpirsiyariya gelên din jî hilgirtiye.

Derbarê hilbijartin û qonaxa piştî hilbijartinan li Iraqê de, Serok Barzanî hêvî xwest ku piştî hilbijartinan, rewş baştir bibe û biguhere û hêvî kir ku pirsgirêk werin çareserkirin. Serok Barzanî dîsa spasiya gelê Kurdistanê kir ji bo berxwedana wan li hember hemî planan û neşandina mûçeyan û isbat kirin ku ew ji bo tiştekî serî natewînin.

Di beşeke din a vê civînê de, Serok Barzanî behsa destûra Iraqê kir û ragihand ku heke ew destûr wekî xwe were cîbicîkirin, gelek pirsgirêk dê werin çareserkirin. Her li ser mijara hilbijartinan, Serok Barzanî tekez kir ku her hilbijartinek girîngiya xwe heye û divê vê carê jî hêz û mezinahiya cihê Partiyê ji hemûyan re nîşan bidin. Her kesê ku wijdanê wî hebe, dizane ku meseleya parastin û erka parastina Kurdistanê li ser milê kê ye û dizane ku ew xizmeta ku di warê avakirin, perwerde, tenduristî, xizmetguzarî, asayîş, aramî, aborî, geşkirin û pêşxistina binesaziya Kurdistanê, projeyên stratejîk û pêşxistina sektora rê û geştiyariyê de hatiye kirin, Partiyê kiriye ku ev bi hêsanî bi dest neketine. Herwiha behsa parastina avê û girîngiya projeyên bendav û golan kir ku ji bo paşeroja Kurdistanê di warê avê de girîngiya wan gelek zêde ye û gel dê di paşerojê de bizane ku çi karekî mezin hatiye kirin.

Çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê mijareke din a axaftina Serok Barzanî bû û di vê derbarê de, wî tekezî li ser şanazîkirin bi vê çanda mezin li Kurdistanê û zêdetir cîbicîkirin û berdewamkirina bingehên pêkvejiyanê kir.

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî behsa berdewamiya hewldanan di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de kir li gorî heqê hilbijartinan û hêvî kir ku hikûmeta nû di zûtirîn dem de were pêkanîn.

Serok Barzanî daxwaz jî kir ku kampanyaya hilbijartinên gera şeşemîn a Encûmena Nûneran a Iraqê bi aramî, bi rehetî û dûrî tundûtûjiyê were rêvebirin.




Nûçeyên din

Serokê Herêma Kurdistanê Êrîşa li ser Kormorê Şermezar Kir

THURSDAY, 27 NOVEMBER 2025 12:11:00

Hewlêr-KDP.info: Nêçîrvan Barzanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û ragihand ku ew êriş gefeke rasterast a li ser asayîş û aramiya welêt e.

Serokê Herêma Kurdistanê û Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Amerîkayê Civiyan

TUESDAY, 25 NOVEMBER 2025 19:11:27

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvroya îro Sêşemê 25.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Joshua Harris, Berpirsê Karûbarê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê û şandeke pêre kir.

Serok Barzanî Pêşwaziya Balyozê Fransayê li Bexdayê Kir

TUESDAY, 25 NOVEMBER 2025 19:11:09

Hewlêr-KDP.info: Roja Sêşemê, 25ê Mijdara 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya birêz Patrick Durel, Balyozê Fransayê li Bexdayê, kir.

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziyê li Konsulê Giştî yê Nû yê Îmaratê kir

MONDAY, 24 NOVEMBER 2025 18:11:47

Hewlêr-KDP.info: Piştî nîvroya îro Duşemê, 24ê Mijdara 2025an, rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinekê de ligel birêz Ehmed Hesen El-Şehhî, Konsulê Giştî yê nû yê Îmaratê li Herêma Kurdistanê, ligel pîrozbahiya destbikarbûnê, ji bo serkeftina erkê wî her cure piştgiriyê jê re nîşan da.

Serok Barzanî pêşwaziyê li Îzet Şabender kir

MONDAY, 24 NOVEMBER 2025 15:11:31

Hewlêr-KDP.info: Roja Duşemê, 24ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Îzet Şabender, kesayetiya siyasî ya Iraqî kir.



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact