Kurdî  ■  كوردی  ■  عربي
TUE, 3 MAR 2026 06:57 Erbil, GMT +3
Partiya Dîmukrat a Kurdistanê
Azadî  .  Dîmukrasî  .  Dadperwerî
 

Nêçîrvan Barzanî spasiya Serokê Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir
| KDP.info


Hewlêr-KDP.info: îro Yekşemê, 24.08.2025, birêz Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, ji bo xatirxwestinê û bi dawîhatina erka wî, pêşwaziyê li birêz Balyoz Thomas Seiler, Serokê Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spas û pêzanînên xwe ji bo kar û hewlên birêz Seiler di pêşxistina pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê bi Iraqê re pêşkêş kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de xwest. Her wiha, daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş bi Yekîtiya Ewropayê re dûbare kir.

Ji aliyê xwe ve, birêz Seiler spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ji bo wê piştgirî û hevkariya ku di dema erkê wî de pêşkêşî wî kirine. Her wiha, tekezî li ser pabendiya Yekîtiya Ewropayê ji bo hevkarî û piştgiriya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

Pêwendiyên Hewlêr - Bexdayê, rewşa giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî din ê hevdîtinê bû ku Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê jî amade bû.

 




Nûçeyên din

Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 14:03:00

Hewlêr-KDP.info: îro 2ê Adarê ,Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peywendiyeke telefonî ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî wergirt.

Serok Barzanî û Şahê Urdinê pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Şahê Urdinê dawîn pêşhat û guhertin û rageşî û aloziyên herêmê gotûbêj kirin û her du alî li ser çareserkirina kêşeyan bi rêya danûstandinan hevnêrîn bûn.

 
Serok Barzanî û Ehmed Şera rewşa navçeyê gotûbêj kirin

MONDAY, 02 MARCH 2026 13:03:00

Hewlêr-KDP.info: Serok Barzanî û Ehmed Şera bi telefonê axivîn û nêrînên xwe li ser pêşhatên dawiyê û guhertinên li ser aramiya navçeyê gotûbêj kirin.

 
Serokê Herêma Kurdistanê Sersaxiyê li Îranê Kir

SUNDAY, 01 MARCH 2026 16:03:03

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê ji ber kuştina Elî Xamaneyî sersaxî da gel, hikûmet û serkirdayetiya Îranê û got, "Em hevsoz û hevxemên we ne."

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

WEDNESDAY, 25 FEBRUARY 2026 20:02:33

Hewlêr-KDP.info: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rapora Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê got, "Rapora komîsyonê ji bo aştiyê gaveke di rêya rast de ye"



 
© 2023 Kurdistan Democratic Party, KDP

Contact